Parlementerên HDP'ê hatin serdana JINHA yê
13:30
Hezîran
20
/ 2015
JINHA
AMED - Parlementerên HDP'ê yên Amedê Çaglar Demirel û Ziya Pîr Ajansa Jinan ya Nûçeyan ziyaret kirin.
Parlementerên HDP'ê yên Amedê Çaglar Demirel û Ziya Pîr piştî hilbijartinên 7'ê Pûşperê hatin serdana rojnamegeran. Çaglar û Ziya ajansa me ya JINHA yê û saziyên çapemeniya azad yên nava bajêr ziyaret kirin. Parlementeran dema ku Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê, Rojnama Azadiya Welat, Ozgur Gun TV û Weşana ARAM'ê ziyaret kirin, ji ber ku JINHA nûçeyên jinan çêdike û di pêvajoya hilbijartinê de ji bo dengê jinan bilind bibe hewl da sipasiyên xwe ji bo JINHA yê kirin.
(zt/ch)