Di kampên havînan ya zarokan de hînbûyin û şahî bi hev re tê kirin
13:55
Tekoşîn Tekîn/JINHA
AMED - Ji alî Serokatiya Qada Xizmeta Civakî ya Şaredariya Mezin a Amedê, Midûriyeta Şaxa Xizmeta Kreş û Zarokan û Midûriyeta Şaxa Werzişê ku her sal kampên havînan û dibistanên werzişê ya havînê tê saz kirin dest pê dike. Ev dibistanên havînan ji alî zarokan eleqeyek mezin dibîne û malbatên ku rewşa wan ên aborî tune be jî dikarin ji derfetên kampan sûd wergerînin.
Serokatiya Qada Xizmeta Civakî ya Şaredariya Mezin a Amedê û Midûriyeta Şaxa Xizmeta Kreş û Zarokan li belda Gezîne ya girêdayî navçeya Silîvrî ya Elazîzê ye îsal kampên xwe yên 10'emîn dê vebikin. Kamp dê 5 rojan berdewam bike û zarokên 9-14 salî li atolyeyên kişik, lîstikên akilî, wêne,perwerdehiya hevsal, hunerweriya destî, mûzîk û folklorê de dê perwerde bibinin. Dibistanên havînê ya werzîşê ku ji alî Midûriyeta Şaxa Werzişê her sal tê saz kirin, îsal bi dirûşma ' Bi dibistanên havînan dest bi dest ber bi werzîşa azad ve' di 22'yê Pûşberê de wê dest pê bike û di 1'ê Îlonê de jî bi dawî bibe. Zarokên ku di navbera 7-14 salî dikarin di dibistanên werzîşê de cîh bigrin. Serlêdanên ku li Midûriyeta Şaxa Werzîşê ya Qada Jiyana Hevpar a Parqa Sûmerê destpêkiriye didome.
' Di 12 branşande qurs tê dayîn'
Mamosteya Midûriyeta Şaxa Werzişê Filîz Ûzer der heqê dibistanên havînê ya werzîşê de agahî da û diyar kir ku 20 mamosteyên ku di beşa xwe de pîspor in dê peywirdar bin û got: '' Îsal branşên futbol, voleybol, basketbol, kişik, tenîsa masê û ya kort, avjenî, cimnastîk, karate,tekvando, atletizm û badminton dê vebibe.''Filîz anî ziman ku armanca wan zarokan ji kuçeyan dûrxistin û hînbûna sporê ye û da zanîn ku bi vî awayî demên zarokan tije derbas dibe.
' Malzemeyên werzîşê dê bê pere were belav kirin'
Fîlîz da xuya kirin ku zarok li hember avjeniyê hê bi baldar in û wiha berdewam kir: '' Bi giştî em dixwazin xwe bigihîjinin zarokên ku rewşa aboriya malbetên wan ne baş in. Bi vî awayî em hesreta zarokan ya hemberî avê, û bahre hindik be jî pêşwazî dikin. Lewre li vir zarok xwe diavêjin hewzan, çem û bendan. Ev jî dibe sedema mirina zarokan. Armanca me ew e ku bi mamosteyên xwe re em zarokan hînî avjeniyê bikin û pêşiya van mirinan jî bigrin.'' Fîlîz da zanîn ku malzemeyên werzîşê dê bê pere were belav kirin û ciyên ku pirsgirêka rê lê hebe xizmeta servîsan jî dê were kirin. Perwerde jî li Tesîsên Werzîşê ya Şaredariya Rezan û li Qada Jiyana Hevpar a Parqa Sûmerê dê were kirin.
'Ji bo zarokan derfeta tatile'
Mamosteya Xizmeta Kreş û Zarokan Şevîn Tûrsûn Ateş der barê kampa zarokan de agahî da û diyar kir ku ji zarokên ku nikarin biçin kampan jî qursan vedikin û axaftina xwe wiha domand: '' Em ji bo zarokan ji bilî qursên zimanê Kurmancî û Îngilîzî lîstikên akilan didin û heta dawiya havînê jî dê seansên fîlmên sînemayê pêşkeş bikin. Lê giraniya me li ser kampan hene. Kampên havînê bi 10 koman tê amade kirin û 3 meh berdewam dike.'' Şevîn da zanîn ku ji bo zarokên ku nikaribin tevlî kampan bibin tatîlek 5 rojan jî amade dikin û wiha axivî: '' Hemû pêwistiyên kampê em amade dikin. Armanca me pêşketina hişmendiya zarokan e û lawazkirinan rajêriya hemberî malbatan e. Ji ber ku zarok karibe pêwistiyên xwe bi xwe bîne cîh em wan perwerde dikin.''
(ch)