Besê Hozat: Serkeftina HDP'ê serkeftina têkoşîna azadiya jina ye

14:17

Aza Rojyan/JINHA

Hevseroka KCK'ê Besê Hozat der barê serkeftina HDP'ê de axivî û diyar kir ku di hilbijartinê de HDP'ê 32 parlementerên jin rê kir meclisê û wiha got: "Serkeftina HDP'ê serkeftina têkoşîna azadiya jinan e. Ger ku jin bi awayekî bandor siyasetê bikin dê bandorê li ser partiyên din jî bikin."

Hevseroka Konseya Rêveberiya KCK'ê Besê Hozat serkeftina jinên HDP'ê yên di hilbijartinê de, pêvajoya çareseriyê û geşedanên Rojava nirxand. Besê Hozat diyar kir ku di vê hilbijartinê de gel polîtîkayên AKP'ê yên xapandinê hemû vala derxistiye û wiha got: "Ger ku HDP bi awayekî hêz siyaseta demokratîk bibe meclisê dê pêşiya Tirkiyeya demokratîk vebike û dê pirsgirêka kurd jî bi awayekê demokratîk çareser bibe."

Besê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dom kir: "Me weke KCK'ê der barê pêvajoyê de sekna xwe diyar kir. Heta Serokatî azad nebe, muzakereya fermî çênebe, hemû hevdîtinên li Îmraliyê neyên belgekirin, ev pêvajo neyê rojeva meclisê û bi civakê re neyê parvekirin dê pêvajoyek zelal neyê meşandin. Em vê rewşa ne zelalbûyîn jî weke pêvajoya çarseriyê nagrin dest. Her wiha em derbarê agirbestê de jî weke KCK'ê helwesta xwe diyar kir."

'Pergala hevserokatiyê'

Hozat da zanîn ku di hilbijartinan de HDP ji bo jinan encamek pir bi hêz derxist holê û wiha pê de çû: "Serkeftina HDP'ê serkeftina têkoşîna azadiya jinan e. Ji ber ku di heman demê de HDP partiya jinan e jî. Di hilbijartinê de bi tevlibûna jinan a ji sedî 40 HDP di vê hilbijartinê de qezenc kir. Ji 82 parlementerên HDP'ê 32'yê wan jin in. AKP 258 parlementeran derxist lê tenê 39 parlementerên wan ên jin hene. Yê CHP'ê 21 û yê MHP'ê jî 4 parlementerên jin hene. Ev 13 sal in AKP li ser jinan siyaseta qirkirinê dide meşandin. Di serdema AKP'ê de tundiya li hemberî jinan zêde bû. Sedema vê yekê jî ew bû ku hişmendiya zilam serdest bû. Ji ber wê jî AKP partiya zilaman e. HDP ji bo jinan bû hêvî. Her wiha HDP bi pergala xwe ya hevserokatiyê jî wekhevbûna jin û mêran jî ava kir. Her wiha di vê hilbijartinê de Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, namzedên jin û hemû jin di nava seferberiyek de bûn. Ev yek jî bandorê li ser hemû jinan kir. Jinên li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji vê yekê cesaret girtin. Jinan bi vê yekê vîn û têkoşîna xwe mezin kir."

'Geşedanên Rojava'

Besê Hozat di nirxandinên xwe de bal kişand ser geşedanên Rojava jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rewşa Rojava û Sûriyeyê li holê ye. Geşedanên li wê derê bandorê li ser Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî dike. Piştî Şoreşê, Rojava û Bakur bûn yek. Li pişt hemû êrîşên li ser Rojava Tirkiye hebû û polîtîkayên AKP'ê yên ku piştgiriyê dide DAIŞ'ê têk çû. Serkeftina Kobanê sekna gelên Tirkiyeyê ya li hemberî vî şerê diyar kir. Bi şoreşa Rojava Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û Ermenî xwe bi rêxistin kirin û bi hev re jiyanek azad ava kirin. Ev yek bandorê li ser gelên Tirkiyeyê kirin û dengekî zêde ji bo HDP'ê hat dayîn."