Fîlma bi xelat ' Berx' kete vîzyonê

15:41

JINHA

STENBOL - Fîlma Kutlug Ataman 'Berx' ya li Tirkiyê û derveyî welat de gelek xelat girtibû kete vîzyonê.

Fîlma 'Berx' li Tirkiyê û derveyî welat de tevahî 11 xelat girtiye û li Mîhrîcana Fîlma Portakal a Zêrîn de jî li gel xelata fîlma herî baş 5 xelatên din jî girtibû kete vîzyonê. Fîlma 'Berx' ya Derhêneriya wê Kutlug Ataman kiribû li Mîhrîcana Fîlma Berlînê xelata Konfederasyona sînemayê ya Ceribandin û Hunera Navnetewî (CICAE) girtibû.. Lîstikvanên fîlmê, Nesrîn Cavadzade, Cahît Gok, Mert Taştan û Sila Lara Cantûrk' e. Fîlm çîroka malbatêk xizan ya li Erzirûmê dijî û dixwazin ku sineta kurê xwe bikin, bi zimanekî pêkonik vedibêje. Fîlm li ser nêrîn û bûyerên ku ji sere kurikek biçûk derbas dibe pêk tê lewre kurik wekî bavê wî, wî qurban bike ferz dike û buyer li ser vê geş dibe. Fîlm dê 26'ê Berfanbarê de bihata pêşkeşkirin lê ji ber mirina dayika derhêner Kutlug Ataman hate taloqkirin.

(ch)