YPG: 5 gund hatin rizgar kirin û 6 çete hatin kuştin

17:31

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku di şerê 24 saetên dawî de hêzên wan 5 gundên din ji çeteyan rizgar kirine û di pevçûnan de 6 çete hatiye kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG'ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG/BİM ragihand ku operasyonên hêzên wan ên li dora Kobanê didome û wiha berdewam kir: "Di çarçoveya "Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo" ya ku ketiye roja xwe ya 45'an de li Başûre Girê Spî û Silûkê pêşveçûna hêzên me yên Kobanê û Cizîrê didomin. Hêzên me yê Cizîrê, operasyonên xwe yên Başûrê Silûkê didomînin. Şevê din hêzên me gundê Xatun û 5 gundikên din rizgar kirin. Hêzên me yên ku pêşveçûna xwe ya li ser heman xetê berdewam dikin îro danê sibê jî gundê Um El Beramîl girtin."

YPG'ê da zanîn ku hêzên wan bênavber operasyonê xwe didomînin û wiha pê de çû: "Operasyona ku li Başûrê Girê Spî hatiye dest pê kirin berdewam dike. Di operasyonên şevê din de gundên Ebû Hiseynî, Mahîrê û Rawya ji çeteyan hatiye azadkirin. Di van pevçûnan de bi qasî hat zelalkirin 5 çete hatin kuştin. Hêzên me li vir roketavêjek B7, 4 guleyên roketavêja B7, bombeyek destan, 2 rextên teqînê, 10 şerjor bi dest xistin. Her wiha şevê din komên çeteyan hewldan li hemberî gundê Sina ya ku dikeve Başûrê Kobanê êrîşek li dar bixin lê bi destwerdana hêzên me çeteyên DAİŞ'ê neçar man ku ji qadê birevin. Li vir çeteyek hate kuştin."
(ch)