Li Cizîrê jinan bi meşek meşaleyî tecrid protesto kirin
08:28
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê bi pêşengtiya KJA yê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin meşek bi meşale hat li darxistin.
Li Cizîrê bi armanca balê bikşin ser tecrida li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Oclan û sekinandina hevdîtinê bi heyetê re meşek bi meşale hat li darxistin. Meşa ku bi pêşengtiya KJA û Meclisa jinên Ciwan hat li darxistin de pankartê “Ne tecrid azadî, pişt re na niha”, “Azadiya Rêbertiyê ji bo hemû jinan bi taybet jî ji bo jinên ciwan azdiye” hat vekirin û bê navber durêşmên "Bê Serok jiyan nabe”, ”Ocalan xeta me ya sor e” û “Bijî Serok Apo” hatin berz kirin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Meclisa Dayikê Aşitiyê, hevserokên HDP û DBP’ê yên navçeyê û bi sedan ciwan tevlî meşê bûn. Meş li ber Mala Gel a Cudî despê kir û heya ber avahiya HDP’ê dewam kir. Piştî meşê li ser navê KJA’yê Ruken Ustun daxuyanî xwend.
‘Serkeftina HDP’ê nişan dide ku muxatap Rêber Apo ye’
Ruken diyar kir ku ji bo aşitiya nava gelen pêk were Abdullah Ocalan kedek mezin daye û wiha axivî: "Lê ji ber ku AKP li pêy xapandina gelê Kurd bû encamek şênber derneket holê.” Ruken balkişand ser piravakasyonên di dema hilbijartinê de derketin holê û got ku ev yek diyar dike ev pergal xwe li ser neçareseriyê dide jiyandin û wiha pêde çû: "Projeyên Rêber Apo ji aliyê gelan ve baş hat pêşwazî kirin ev yek bû tirs û fikarek mezin û ket dilê deshilatdaran lê li hember hemû provakasyonan jî projeya Rêber Apo bi ser ket û HDP ket meclisê. Serkeftina HDP’ê nişan dide ku muxetabê vê pevajoyê Rêber Apo ye.”
Ruken da zanîn ku tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan li welat kaosê zêde dike û wiha got: "Em AKP’ê hişyar dikin bila vê tecrîdê bide seknandin û em bang li hemû derdorên hestiyar dikin bila li hember vê yekê bisekinin.”
(ma/zt)