'Girê Spî pira dîrokî ya di navbera her du Kantonan de ye'
09:05
Ebîr Ehmed /JINHA
HESEKE - Jinên ciwan kêfxweşiyên xwe ji bo rizgarkirina Girê Spî anîn ziman û gotin: '' Ev serkeftin bi xwîna şehîdan, bi ked û berxwedaniya YPJ û YPG'ê ve hatiye bi destxistin.''
Li Rojavayê Kurdistanê piştî rizgarkirina Girê Spî ya ji çeteyên DAIŞ'ê, li hemû bajarên Rojava şahiyên serkeftina heremê ji alî gel ve bênavber tê pîroz kirin û welatiyên Rojava kêfxweşiyên xwe tînin ser ziman. Ciwanên jin yên bajarê Hesekê jî kêfxweşiyên xwe bi lêv kirin û gotin:''Ev wek serkeftinek dîrokî di rûpelên dîrokê de jî her tim dê were nivisandin.''
'Ji canê xwe pira gihiştina azadiyê ava kirin'
Jina ciwan ya bi navê Silava Ahmed rizgarkirina Girê Spî destpêkê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û şervanên YPJ û YPG'ê pîroz kir û wiha dom kir: " Bê guman ev serkeftin bi xwîna hezaran şehîdan ve pêk hat. Ji bo serkeftinê şehîdên me canê xwe kirin pira gihîştina azadiyê." Silava her wiha ji ber ku riya qontrolê ya di navbera Kantona Kobanê û Cizîrê de rabûye ew gelek kêfxweş bûye û got: "Dê êdî sînor navbera Kantonan de çênebe. Ji bo yekîtiya gelan rabûna sînoran girîng e."
'Êdî serkeftina şoreşa Rojava astengiyan nas nake'
Zozan Silêman jî der barê girtina Girê Sipî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Êdî serkeftina şoreşa Rojava astengiyan nas nake. Rizgarkirina Girê Spî ya ji çeteyên DAIŞ'ê gelek girîng bû. Armanca çeteyên DAIŞ'ê fitne xistina bû di navbera pêkhateyan de û xwestin ku welatiyan bidin koçberkirin û tirsê di nava wan de bidin şîn kirin. Lê belê hêzên YPJ û YPG'ê bersivek baş dan wan."
'Rojava wê bi serbikeve'
Albîn Ehmed jî destnîşan kir ku siyaset û hesabên dewletên dijberî şoreşa gelan a li ser Girê Spî têk çû û wiha got: "Êdî bila tu kes ji xwe re xeyalên vala çêneke. Şoreşa Rojava hemû planên qirêj vala derxist û bi ser ket. Ev serkeftin li hemû gelan pîroz be."
(rc/ch)