Beyza Ustun: Kapitalizm û şirket jiyana zindî dimirînin
09:06
Helin Yıldırım/JINHA
ANTALYA - Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir ku pergala kaputalîst bi qirîza ku dijî xwezayê dixebitîne, hemû avên heyî difiroşe şirketan, êdî dê pêvajoyek ya yên perê wan neyî nikarin avê bixebirîne despêbike. Beyza da zanîn ku dê li hember wê tekoşîna gelan, tekoşîna azadiya jinan û ekolojiyê jî bilind bibe.
Hişmendiya ku di gerdunê de navenda her tiştî miro dibîne hemû zindiyên dinê weke tişt dibîne her diçe zindiyan û xwezayê wêran dike. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Prof. Dr. Beyza Ustun ya ku bi tekoşîna xwe ya ekolojîk tê nasîn destnîşan kir ku şirketên heyî bê cudahî xwezayê dikirin. Beyza bilêv kir ku ji sala 2008'an heya niha pergala kaputalîst bi avê û hewîzên avê firotina şirketan dixwaze qirîza ku ketiyê derbaske û rêyek yê derketinê bibîne. Beyza derbirî ku şirket bi santralên hîdroelektirîkê, boriyan, komkirina avê û çêkirina bendavan avê ji herikîna wê ya xwezayî diqetîne di 49 salên xwe de van çavkaniyên xwezayî ji bo xwe bi kartîne û difiroşe.
'Pêvajoyek ya yên perê wan neyî nikarin avê bixebitîne despêbike'
Beyza anî ziman ku li her devera Tirkiyê ev pirsgirêkê tên jiyîn û wiha got: "Bê cudahî ji Munzurê heya Deriya Reş, Ege, Trakya û Mezopotamyayê hemû av firotine şirketan. Dê pêvajoyek ya yên perê wan neyî nikarin avê bixebitînin despêbike. Dê pêvajoyek wiha despêbike yên perê wan neyî dê di nava nexweşiya xwe de bimînin, dê yên ajalvaniyê û çandiniyê dikin ji wan karên xwe bên qutkirin. Av kirina malê ticaretê mirina hemû sazumaniya sindiyan û gelane. Her wiha di kolana hemû madenên beran, çîmeto, santralên termikê dîsan şirket dixwiyên. Bi qenalên HES'an xweza tê wêrankirin. Di nava bajaran de jî mafê ji nû ve guherînê û hewandinê ji destê wan digirin."
'Bedelê kaputalîzmê ekosistem û gel didin'
Beyza balkişand ser di nava projeyên kaputalîzmê de tinebûna cureyên zindiyan û wiha domand: "Pergala kaputalîst biriyar dide, bi wan biriyaran xwe û şirketan xilas dike, li hember wê jî hemû zindî û gel bedelê wê didin. Gel dixwazin deverên jiyana xwe biparêzin. Em siyasetmendar jî li hember van rewşanin. Emê li hember kirinên pergala kaputalîst jiyanê biparêzin û li gel gelan bi berpirsiyariya xwe ya siyasî tevbigerin."
'Gel ji jiyanê xwedî derdikevin'
Beyza hişmendiya dewletê ya heya niha xwe li ser pişta gel dayî jiyandin bi bîrxist û li hember wê jî projeya HDP'ê ya ku azadiya gelan bingeh digire wiha nirxand: "Yên ditirsan digotin: 'Emê bisernekevin' wiha difikirîn, hinekan jî digotin: 'Ezê bi bendena xwe li hember wan li ber xwe bidim, pêdivî bi rêxistinkirinê nîne, ezê bi serkevim.' Lê paşê dêdî hêdî hînbûn ku ev kar bi rêxistinkirinê dibe. Berpirsiyariya siyasetmendarên HDP'ê ji partiyên dinê jî eve. Divê vîna gelan bê dîtin. Gel naxwazin êrîşan bibînin. Gel li jiyanê xwedî derdikevin."
'Dê tekoşîna jinê û ya ekolojiyê bigihin hev'
Beyza di dawiyê de hevgirtina tekoşîna jinan û ekolojiyê jî wiha anî ziman: "Jin tekoşîna xwe ya azadiyê bi bedena xwe dide. Dema ku li hember şideta mêran tekoşîn tê kirin piranî ser keda nava malê tê fikirîn û ekolojî dikeve pîlana duyem. Lê em dizanin ku bi perspektîfa jinê nêrîna li jiyanê ji xwe jiyanek ekolojîke, ji xwe tekoşîna jinê û ekolojiyê digihe hev. Em dibînin ku tekoşîna azadiya jinan li pêşe û jin kedek mezin dide. Dê ev her du tekoşîn bibe yek. Ji bo wê jî hinek xebatên me yên hêvî dayînê hene. Yek ji wan jî berxwedana Geziyê ye. Dema ku jin azad bibe, emê dest bidin hev û bi hev re azad bibin. Divê em ji bîrnekin ku şoreşa Rojava şoreşa jinêye."
(zt)