Seta berhevkirina 4 pirtûkên Abdullah Ocalan derket
09:55
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Pirtûkên ji danahevên pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêktên di meha gulanê de ji Weşanên Aramê derketin. Di nava seta danahevê de pirtûkên weke "Di sosyalizmê de israr israra di mirovbûnê dene", "Evîna kurd", "Çawan bijîn" û "Çalaki û zimanê rastiyê" jî cîh digirin.
Dadgeha Ceza ya 1'emîn Sulh ê ya Amedê dest danîna ser û komkirina Pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya "Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê, Pirsgirêka Kurdan û Çareseriya Netewa Demokratîk (Di Nava Pencên Qirkirina Nejadî de Parastina Kurdan)" rakir. Dema ku pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nivîsiyî di merheleya weşandinê de Dadgeha Makezagonê biriyara destdanîna ser dabûn di 25'ê Hezîrana sala 2014'an de dabû. Piştî vê biriyara AYM'ê parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serlêdan kirin, dadgehê jî serlêdan nirxandin biriyara destdanîna ser rakirin.
Bi rakirina biriyara komkirina pirtûkan re di meha gulanê de seta pirtûkan ya danaheva pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Weşana Aramê derket. Di nava setên danahevê de pirtûkên weke "Di sosyalizmê de israr israra di mirovbûnê dene", "Evîna kurd", "Çawan bijîn" û "Çalaki û zimanê rastiyê" jî cîh digirin. 4 pirtûkên ji Weşana Aramê derketin rastî eleqeyek mezin tên, di nava refên pirtûkxanê de cîh girtin û ketin berdestê xwendekaran.
(zt)