Cenazê Gerilaya YJA Starê Maxzume nadin malbata wê
11:36
JINHA
SÊRT - Malbata gerîlaya YJA Starê Maxzume Muhammedzade got ku Wezareta Dadê soz daye ku dê heya roja sêşemê cenazeyê keça wan bidin û diyar kir ku heke wezaret sozê xwe bi cih neyne ew ê çalakiyeke girseyî li dar bixin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Maxzume Muhammedzade (Sarya Onur) ya ku di 14'ê hezîranê de li çoltara navçeya Dihê ya Sêrtê di kemîna leşkeran de hat qetilkirin ligel hemû serlêdanan nehat teslîmkirin. Ji malbata Maxzume testê DNA'yê hat girtin û dozgeriyê test ji bo encamên tehlîlê şand Enqereyê. Malbatê bertek nîşanî vê helwestê da û got ku çima cenazeyê keça wan nadin û wiha got: "Dixwazin dayîna cenazeya keça me dereng bixînin." Malbat û gelek welatî bi hev re li ber morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Parlementerên HDP'î jî destek dan çalakiyê. Di dema çalakiyê de dayika Maxzume, Zehra Muhammedzade bi polîs û rayedarên walîtiyê re hevdîtin kir û bilêv kir ku cenazeyê keça wê hatiye teşhîşkirin lê bi zanebûn didin sekinandin.
Çalakî heya derengiya şevê berdewam kir û di dema çalakiyê de gelek hêzên çevîk li ber morgê hatin bicihkirin. Ji ber vê yekê carinan rageşî derket. Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Sêrtê Reşît Teymur di çalakiyê de li ser navê malbatê daxuyanî da û got ku Wezareta Dadê soz daye ku dê roja sêşemê cenazeyê Maxzume teslîmî malbatê bike. Reşît anî ziman ku heya roja sêşemê cenaze neyê dayîn dê bi girseyî çalakî li dar bixin û wiha axivî: "Çi dibe bila bibe em ê cenazeyê şehîda xwe bigirin."
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bimre DAIŞ û hevkarê wê AKP" bi dawî bû.
(zt)