Di êrîşa întihariya li Qamişlo pêkhatî de yek mirî 3 birîndar
13:38
JINHA
QAMIŞLO - Rêveberê Giştî yê Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm diyar kir ku di êrîşa întîharî ya li dijî navenda Asayîşa Qamişlo pêk hatî de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest daye û 3 jê jî birîndar bûne.
Îro di saetên sibehê de li dijî navenda Asayîşa Qamişlo êrîş pêk hat. Rêveberê Giştî yê Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm der barê teqînê de nirxandin kir. Ciwan diyar kir ku derdora seat di 09.00’an de kesekî ku madeyên teqemenî li ser xwe pêçandibû êrîş pêk anî. Ciwan da zanîn ku kesê êrîşkar destpêkê gule li ser endamên asayîşê yên ber derî reşandiye û di encamê de endamê parastina derî dikir jiyana xwe ji dest da û êrîşkar derbasî hundirê avahiyê bûye. Ciwan anî ziman ku êrîşkar li hundirê avahiyê teqandiye. Ciwan destnîşan kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa hemû birîndaran baş e.
Ciwan derbirî ku li gorî lêkolînên wan ên destpkê kesê êrîşa xwekujî pêk aniye kesek ji derveyî Sûriyêye û ev tişt anî ziman: “Çeteyên behsa Îslamiyetê dikin, di meha Remezana Pîroz de êrîşî mislimanan dikin. Çete li dijî nirxên Îslamê û mirovahiyê tevdigerin."
(zt)