Cenazê gerilaya YJA-Starê Nûda Cizîrî anin Silopi yê

08:20

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyê Endama YJA-Starê Sumeyye Abak (Nûda Cizîrî) ku di Gulana 2015'an de li Qadên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabû anîn Silopiyê.

Cenazeyê Endama YJA-Starê Sumeyye Abak (Nûda Cizîrî) ku di Gulana 2015'an de li Qadên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabû, anîn Silopiyê. Piştî ku malbata Sumeyye cenaze ji Başûrê Kurdistanê wergirt anîn Deriyê Sînor ê Xabûr. Piştî kar û barên fermî li gel Hevşaredarê Silopî Seyfettîn Aydemîr, Hevserokê HDP'ê yê Silopî Alî Balin û gelek welatiyî cenazeyê Sumeyye li ber deriyê sînor pêşwazî kirin û ji bo pêşotopsiyê ber bi navenda bajêr ve bi rê ketin. Piştî ku cenazeyê Sumeyye gihişt navenda bajêr gelek welatî derketin ser Rêya Îpekê û li balkonên xaniyan bi tilîlî û çepikan cenazeyê Endama YJA-Starê Sumeyye pêşwazî kirin.

Cenazeyê Sumeyye ji alî gelek welatiyan ve li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî hat pêşwazîkirin û piştî pêşotopsî hat kirin, cenazeyê Endamê YJA-Starê Sumeyye ji bo otopsiyê ber bi Amedê ve hate oxir kirin.

Hate zanîn ku piştî otopsiya li Tipa Edlî ya Amedê cenazeyê Endama YJA-Starê Sumeyye Abak dê sibe li Cizîrê bê definkirin.

(zt/ch)