Li Erziromê li hember tecrîdê çalakî pêk hat
08:23
JINHA
ERZIROM - Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Erziromê bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin.
Li Erziromê bi peşengtiya DEM-GENÇ'ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Erziromê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Erziromê Sadik Yalçin daxuyanî xwend û diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî rol û risteke girîng e û wiha axivî: "Divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Hevdîtinên ku dê bên destpêkirin ji bo pêşeroja hemû gelê Kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê gelek girîng e."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat û çalakî bi dirûşmên ''Bê Serok jiyan nabe'' û ''Bijî Serok Apo'' bi dawî bû.
(zt/ch)