Ji bo Şervana YPJ'ê Terfa Çoko li Qoserê mewlîd hate dayîn

09:20

JINHA

MÊRDÎN - Ji bo Şervana YPJ'ê Terfa Çoko (Tekoşin Dersim) ya ku li Serêkaniyê di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû bi pêşengtiya MEYA-DER û malbatê li navçeya Qoser a Mêrdînê mewlîd hate dayîn.

Ji bo Şervana YPJ'ê Terfa Çoko (Tekoşin Dersim) ya ku di operasona "Hamleya Fermandar Rûbar Qamişlo" de jiyana xwe ji dest dabû li Taxa Cumhuriyetê ya Qoserê mala şînê hat danîn. Mewlîd, ji ber meha Remezanê ye bi pêşengtiya Şaxa MEYA-DER'ê û malbatê dema fitarê hate dayîn. Di mewlîdê de rêveber û endamên DBP û HDP'ê yên navend û navçeyan, Hevşaredarên DBP'ê, Dayîkên Aştiyê û gelek welatî beşdar bûn. Li Kona Şînê yê ku tê de mewlîd hate dayîn posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ya Şervana YPJ'ê Tersa Çoko, li gel alên YPG û YPJ'ê ala PKK,'ê jî hate vekirin.

Mewlîd, di kesayeta Tersa Çoko de ji bo hemû şehîdên demokrasiyê hate xwendin û piştre welatiyan bi belavkirina xwarina mewlîdê fitara xwe vekirin û ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dua hate xwendin.


(zt/ch)