Li Qamişlo merasîma cenazeyên têkoşerên azadiyê hate kirin

09:25

JINHA

QAMIŞLO– Cenazeya Şervana YPJ’ê Heyam Elî (Sozdar) û yê Endamê Asayîşê Îbrahîm Ûmer li Qamişlo bi tevlîbûna sedan welatiyan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate defin kirin.

Li Qamişlo bi tevlîbûna sedan welatiyan cenazeya Şervana YPJ’ê Heyam Elî (Sozdar) ya 18’ê Pûşberê de dema erka xwe pêk di anî di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dabû û Endamê Asayîşê Îbrehîm Ûmer ê ku duh di êrîşa bombeyî ya li navenda Asayişa Qamişlo de pêk hat de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin defin kirin. Girseya gel bi armanca wergirtina her du cenazeyên têkoşeran li ber Mala Gel a taxa Enteriyê ya Qamişlo kom bûn. Girseya ku alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê vekiribûn û bê navber dirûşmên 'Şehît Namirin', ' Bijî Serok Apo' berz dikirin piştî wergirtina cenazeyan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve meşiyan.

Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Serokê Desteya Karê Derve Kenan Bereket axivî û sersaxî ji malbatên her dû têkoşeran re xwest û da zanîn ku têkoşerên azadiyê ji bo parastina nirxên gelê Kurd canê xwe feda dikin û got: "Dema ku hêzên YPG/YPJ’ê şerê azadiyê dikin û parastina Rojava dikin, hêzên Asayîşê jî ewlekariya hundir diparêzin." Kenan Bereket di dawiya axaftina xwe de êrîşa çeteyan a li dijî navenda Asayîşa Qamişlo pêk hatibû şermezar kir û got: '' Ev têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê nîşan dideç''

Di merasîmê de li ser navê Malbata Endamê Asayîşa Îbrehîm Ûmer jî axaftinek hate kirin û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayin.

Piştî axaftinan girse cenazeyên her dû têkoşeran bi diruşme û tilîliyan spartin axê.

(zt/ch)