Jinên Girê Spî ji xilasbûna zilma çeteyan dilxweş in
10:03
Rojda Serhat/JINHA
GIRÊ SPÎ - Piştî ku hêzên YPG û YPJ'ê Girê Spî ji çeteyan rizgar kirin, li çar aliyê Kurdistanê bi coşek mezin hate pîroz kirin. Jinên Girê Spî ya ku demeke di bin zilma çeteyan de jiyan dikirin, êdî kêfxweşiya rizgarbûyinê ji rûyê wan dide xuya kirin.
Piştî ku hêzên YPG û YPJ'ê Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, di serî de li Rojava û li çar aliyê Kurdistanê bi coşek mezin hate pîroz kirin. Welatiyên ku li Girê Spî di bin zilma çeteyan de jiyan dikirin, piştî ku şervanên YPG û YPJ'ê Girê Spî ji çeteyan azad kirin, kêfxweşiya ku dijîn di hevpeyvîn û rûyê wan de xuya dike. Gelek welatî û jinên ku em rastî wan tên silav dikin û her çiqas nexwazin em wêneyê wan bigrin lê diyar kirin ku ew ê ji vir û pê ve di nava jiyanek aram de bijîn. Jinên ku ji ber tehdîdên çeteyan neçar mabûn rûyê xwe bi çarşefan bigrin, lê piştî ku Girê Spî hat rizgar kirin êdî jin bi cil û bergê xwe yên rojane bi aweyek azad derdikevin derve.
'Me wek dîlgirtî jiyan dikir'
Salîha Mahmût Cebîr a 30 salî ku kurek wê ji alî çeteyan ve hate qetilkirin, ji azad kirina Girê Spî kêfxweş e. Salîha niha nêviya xwe ya bê bav hatiye hiştin dinêre û diyar dike ku kurê wê ji ber ku di şerê Kobanê de alîkarî dabû şervanên YPG'ê ji aliyê çeteyan ve hatiye qetilkirin û wiha axivî: ''Çeteyên DAIŞ'ê gelek welatiyên bê guneh bi aweyek hovane qetil kirin. Çete bi zordariyan biryarên ku jin çarşefên reş li xwe bike û bê mêr tevnegerin dixistin meriyetê û me wek dîlgirtî jiyan dikirin."
'Kesên ku li gorî rêzikê jiyan nekiribanan dihatin ceza kirin'
Salîha da zanîn ku kesên li gorî rêzikên ku çeteyan diyar kiribe tevnegere rastî cezakirinê dihatin û got hişmendiya çeteyan a serdema navîn a tariyê diyar dike. Salîha wiha dom kir: "Mînak dema têkiliya jin û mêrek derveyî rêzikê bihata dîtin her dû jî dihatin recim kirin. Cezayê ku ji bo jinek hatibe dayîn bi riya hevserê wê ew ceza dihate pêkanîn. Jina ku hatibe ceza kirin dianîn qada teşhîrê û jin mehekê li wê qadê benda cezayê xwe dima." Her wiha Salîha destnîşan kir ku çeteyan çûyîna zarokên keç ya dibistanê jî qedexe kiribû.
Salîha anî ziman ku bi saya şervanên YPG û YPJ'ê bajarê wan hatiye rizgar kirin, ji ber vê yekê ew gelek kêfxweş û aram in.
(rc/ch)