Rêberên jin Amedê didin nasîn
10:37
Bêrîtan Elyakut- Bêrîtan Canozer/JINHA
AMED - Tûrîstên ku bi germahiya hewayan tên Amedê bi rêbertiya jinan bajêr diğerin. Jinên rêveber, dan zanîn ku nasandina bajêr ya ji alî jinan girîng e û turîstên biyanî jî ji vê rewşê kêfxweş in.
Bi destpêka mehên havînê tûrîstên biyanî diherikin herêmê û bi rêbertiya jinan diğerin. Jinên rêber dan zanîn ku ji tûrîstan û ji gel bertekên erênî digrin û ji kare xwe dilxweşin. Melîke Dara Gûnal, ya ku 8 salin rêveberiya Serokatiya Daira Çand û Turizmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê kiriye diyar kir ku turîstên biyanî ku tên bajêr jî ji rewşa heyî kêfxweşin û got: "Em jinên di rêveberiya herêman de dixebitin him di şaredariyê de, him jî ji bo mîsyona ku tevgera jinê daye me hewil didin ku liyaq'i wê bibin. Ji ber ku em bajarê xwe bi turistên biyanî didin nasîn ez gelek bi vî karî şanazim. J aliyek din jî em her roj kesên cuda naskirin û bi wan re dikevin têkiliyek dan û stendinê.'' Melike anî ziman ku pîşeyê wê ya ewil Antropolojî ye û ji ber vê dixwaze dîroka bajêr ya rastîn jî hîn bibe û vê hînî mirovan bike.
'Dema ku jin bajêr dide nasîn bertekên hê baştir digrin'
Tulay Yer ya ku rêveberiya Serokatiya Daireya Çand û Turizmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê dike jî da zanîn ku nasandina bajêr ya ji alî jinan ve tê kirin bi erênî tê pêşwazî kirin û axaftina wiha domand: "Dema ku jin bajêr didin nasîn rastî bertekên erênî tên. Dema ku di nasîna bajêr de em rastî jinan tên bi me û keda jinê kêfxweş û şanaz dibin."
'Ji karê xwe şanaz im'
Tulay anî ziman ku di nasîna bajêr de materyal di destê wan de heye û wiha berdewam kir: "Me bi hevalên xwe re rêhberên gerê amade kirine. Materyalên ku me amade kirine, wergerî 6 zimanan û sê zaraveyên Kurdî hatiye kiriye. Rêberên me yên koma gerê materyalên di destê me de ne û biroşûrên me li gel nexşeya Amedê didin turîstan."
(zt/ch)