Germahiya li Pakîstanê bû sedema mirina 120 kesan
11:46
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakîstanê germahiya havînê ya zêde li ser gelê Pakîstanê tirsek mezin çêkiriye lewre ji ber germahiyan zêdetirî 120 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Pakîstan meha herî bi germ a salên dawî dijîn. Li bajarên navîn û Başûrê Pakîstanê pileya germahiyê 45 derece derbas dike. Li gor BBC, li eyaleta Sind a Başûrê Pakîstanê ji ber germahiya zêde hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane 120 kesan derbas kiriye. Mirin herî zêde li bajarê Karaçî ku bajarê herî mezin ya Pakîstanê ye pêk hat. Bijîşkên Nexweşxaneya Cinnah a bajarê Karaçî diyar kirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane piranî kesên extiyar in.
Navenda meterolojî ya Pakîstanê jî diyar kir ku pileya germahiya zêde bandora xwe li tevahiya welêt didomîne.
(zt/ch)