Endama YJA-Starê Sumeyye Abak bi girseyî hate oxir kirin

12:52

JINHA

ŞIRNEX- Li Cizîrê bi tevlîbûna hezaran kesî Endama YJA-Starê Sumeyye Abak (Nûda Cizîrî) hate defin kirin.

Endama YJA-Starê Sumeyye Abak (Nûda Cizîrî) li Cizîrê bi tevlîbûna deh hezaran hate oxir kirin. Sumeyye Abak ku piştî karên otopsî yê Amedê li ser rêya Hezexê ji alî hevserok û rêvebirên HDP û DBP’ê, saziyên wek MEYA-DER, KURDİ- DER, TUHAD-FED û saziyên din yê sivîl û bi hezaran welatî ve hate pêşwazî kirin. Girse heta goristanê meşiyan û di meşêdê hejmara welatiyan gihîşt deh hezaran. Her wiha esnafên bajêr jî dikanê xwe girtin û tevlî meşê û merasimê bûn. Darbesta Sumeyye ku bi kesk û sor û zer hatibû xemilandin ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û jinan di meşê de tepsiyên hinê rakirin. Di meşê de pankartên ku wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ya Endama YJA-Starê Sumeye Abak li ser bû hate vekirin û bê navber dirêşmên “Şehit Namirin” hate berz kirin. Li ber goristanê ji bo Summeyye merasîmek hate li dar xistin. Piştî deqeyek rêzgirtina ya ji bo şêhîdên demokrasî û aşitiyê Hevserokê MEYA-DER’ê Mele Qasim Yiğit axivî.

‘Nudem li pey azadiya Kurdisatanê çu’

Mele Qasim diyar kir Nudem Cizîrî beşa tibbê xelas kiriye lê dîsa jî biryara xwe ji alî çiyayên azad de kiiye û wiha berdewam kir:” Wê dît ku heya Kurdistan azad nebe tu wateya xwendinê jî tune ye. Her kes jiyanek bê zehmet dixwaze, Nudem jî dikaribû jiyanek rehet bijî lê Nudem wek bi hezaran hevalê xwe li pey azadiya Kurdistanê çû.” Piştî Mele Qasim Hevseroka DBP’ya Şirnexê Zozan Anuk axivî û diyar kir ku Nudem Cizîrî sipartine dilê xwe û wiha axivî:” Îro Nudem Cizîrî bû bûka Kurdîstanê û em dizanin ku şehadet rêxistina me xurtir dike.Em soz didin ku em ê heta roja dawiyê li pey şopa wan bin.” Dayike Summeye Êlixan Abak jî di merasîmê de axivî û sersaxiyê ji gelê Kurd re xwest. Dayika Êlîxan hêviyên xwe anî ziman û gor: '' Ez hêvî dikim ku xwedê aramiyê bixe nava dinê û jiyanê ku êdî ciwanên me nemirin.''

Piştî axaftina dayika Summeye Êlixan Abak cenazeya Sumeyye bi dûayan hate defin kirin û li mala gel ya Cudî taziye hate danîn.

(ma/ch)