Zarokên Şengalê li benda rizgarkirinê ne

14:14

Sara Armanç/JINHA

ŞENGAL - Êzidiyên ku li çiyayê Şengalê têkoşîna jiyanê didin, li benda rizgarkirina zarokên xwe ne ku ji alî çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn revandin. Yek ji wan ku vê bendewariyê dijî Mirzê Hesen a Şengalî, bi hêviya ku zarokê wî ya 12'e salî ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibe dijî.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de ya li ser herêma Şengalê, gelê Êzidî ji bo parastinê berê xwe dan çiyayê Şengalê û têkoşîna jiyanek zehmet didin. Li aliyê din bi hêviya ku zarokên wan ji çeteyên DAIŞ'ê bên rizgarkirin jiyan dikin. Bi hezaran Şengalî bi bendewariya rizgarkirina zarokên xwe dijîn.Mirzê Hesen jî yek ji wan kesan e ku bendewariya wê ya bi êş didome. Mirzê bi hêviya ku rojek zarokê wê ya 12 salî Xelef ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibe jiyan dike.

'Pêwîstî hebe ezê çek bigrim û şer bikim'

Mirzê dayîka 5 zarokane û ji gundê Solak a Şengalê ye. Mirzê ya ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berê xwe da Çilmêran ya cihê herî bilind ya Şengalê ye. Mirzê her roj diçe gundê Solak û li benda zarokê xwe Xelefê 12'e salî dimîne. Mirzê anî ziman ku zarokê wê bi mehane di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîlgirtiye û got yê ku zarokê wê xilas bike jî gerîllayên HPG û YJA Star yên ku li Şengalê li ber xwe didin e. Mirzê axaftina xwe wiha dom kir: "Zarokê min ji ber ku biçûk bû hê çeteyên DAIŞ'ê ne gihiştibûn gundê me wî bi wesayîta xizmên xwe xwest ji gund dur bixin. Tevî zarokê min 44 kes di waseyîtê de hebûn û tevahî jî xizmên me bûn. Piştî ku ew bi rê ketin me jî hewlda bi meşê ji gund dur bikevin. Armanca min rizgarbûyina zarokê min bû lê ew berî bigihîjin cihên xwe ji alî çeteyên DAIŞ'ê hatin dîlgirtin, em xilas bûn. Min bizaniba ku wê were dîlgirtin min ê tû caran wî ji xwe dur nexista. Niha jî ez rojan dijmêrim ku zarokê min di demek nêz de rizgar bibe û ez wî bibînim. Heta ku zarokê min ji destê çeteyan rizgar nebe ezê bi cihek ve jî neçim. Pêwîstî hebe ez ê çek bigrim û li hember çeteyan şer bikim lê ez ê dîsa dev ji axa xwe bernedim û dev ji kurê xwe jî bernadim."

'Cîranên me yê Ereb xayîntî li me kirin'

Mirzê bi aweyek hestiyarî behsa êrîşa çeteyan a li ser gelê Êzidî kir û anî ziman ku cîranên wan ên Ereb xayîntî li wan kirine. Mirzê bi kelegirî wiha gotina xwe dom kir: "Me bi Ereban re jiyan dikir, di heman iskanê de me av vedixwar. Di olê me de tiştên xirab ji ber ku tune ye; nayê bîra me ku kes xayîntiya me jî bike. Lê roja fermana ku pêk hatî me fam kir ku kesên em nasdikin hemû bi çeteyên DAIŞ'ê re ne. Di serî de gotin wê tehlûkeya me ji were tune be me jî bawer kir. Piştre me dît ku armanca wan cûda ye. Ji me daxwaz kirin ku em bibin Mûslûman û xwestin bi jinên me re bizewicin. Dema me ne razîbûna xwe li hember vê yekê diyar kir îcar me ji qetlîaman derbas kirin. Me mal û milkê xwe jî da wan lê ew pê ne razîbûn. Wan jin û zarokên me revandin û ji qetilaman derbas kirin."

'Di rê de gelek pîr û zarok mirin'

Mirzê behsa zehmetiyên reva xwe ya ji qetilamê kir û wiha pê de çû: "Dema qetilamê me bi zorê canê xwe xilas kir û derket çiyê. Gelek top diavêtin me. Di rê de gelek pîr û zarok mirin. Ji bo ku zarokên me nekevin destê çeteyên DAIŞ'ê me wan ji kendalan avêt. Piştî me gundê Solak derbas kir yên ku çek bi wan re hebûn bi çeteyan re ketin pevçûnê. Me jî berê xwe da çiyê lê zarok û pîrên me ji birçîna û ji bêavbûnê mirin. Ji birçîna me pelê daran dixwarin. Eger gelê Êzidî mirîbana wê ewqas êş ne hatiba jiyan kirin. Bila weke qetilama Halepçeyê li me kiribana lê wiha me dîlnegirtibana. Ger çek destê jinên Êzidî de hebûya wê yek Êzidî jî neketiba destên çeteyên DAIŞ'ê."

'Gerîlla di her warî de alîkarî dan me'

Mirzê wiha pê de çû: "Kes ne hat alîkariyê me; lê hêzên gerîlla hatin hawarê û me ji qetilamê xilas kirin. Gerîlla xwe kirin mertal û dayîkan parastin. PKK'ê me xilas kir. Dema ku ez ji çeteyan direviyam du gerîlla derketin pêşberî min. Yek bi kurdî dipeyivî yek jî bi tirkî. Min ji wan pirsî 'ka çi heye?' lê ew ji min re gotin 'here jor çiyê li wir hevalê me hene av û zexîre amede kirine'. Li ser vê yekê me jî berê xwe da çiyê. Li çiyê gerîlla di her warî de alîkarî dan me.


'Rêberê gerîlla me hîs kir û dengê me bihîst'

Mirzê da zanîn ku ew bi saya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rizgar bûne û got: "Ocalan bezî hawara me." Mirzê wiha dom kir: "Rêberê gerîlla me hîs kir û dengê me bihîst. Ji ber vê yekê hêzên gerîlla li çiyayê Şengalê alîkariya gelê Êzidî kirin. Ger gerîlla ne hatibana emê tu caran xilas nebûna û gelê Şengalê wê hemû hatiba qetilkirin. Gerîlla dayîkan dan pişta xwe û anîn çiyayê Şengalê. Ji bo hemû kesên birçî, têhin, av û zexîre dan pişta xwe û anîn çiyê. Gelek welatiyên ku hatibûn dîlgirtin gerîlla wan rizgarkirin." Mirzê da zanîn ku ew deyndarê gerîllayên PKK'ê ne.

'Emê tu caran dev ji axa xwe bernedin'

Mirzê diyar kir ku ew ê tu caran dev ji axa xwe bernedin û daxwaziya xwe jî anî ziman ku dema mir li ser axa xwe were veşartin. Mirzê got: "Emê tu car dev ji axa Şengalê bernedin. Eger ku Şengal bê berdan dê gelên Êzîdî kêm bibin û êrîşkar bighîjin armanca xwe. Lê em ê tu caran destûrê nedin vê yekê. Çiyayê Sîncarê ji xuda ji mera weke diyariye. Bi qetilamê re min fêm kir ku çiya ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Niha li çiyayê Şengalê ya herî bilind li Çilmêran em dijîn. Hemû pêdiviyên me gerîlla pêk tînin. Dema ku em li wan dinêrin hêviya me bilind dibe û hêviya jiyana me ya li vir jî zêde dike. Dê rojek were herkes PKK'ê fêm bike. Daxwaza min ew e ku Rêberê Gelê Kurd bê berdan û bi gelê xwe re hevdîtinê p3ek bîne."

(rc/ch)