Deriyê Sînor a Kaniya Xezalan vebû

15:10

JINHA

RIHA - Piştî şervanên YPG/YPJ û Burkan El Firat Girê Spî ji destê çeteyên DAIŞ'ê xilas kirin deriyê sînor ê Tirkiyê yên girtî careke din hate vekirin û welatiyên Girê Spî dest bi vegerê kirin. Pêşengên eşîrên Ereban baregeha YPG'ê ya li Girê Spî ye ziyaret kirin û ji bo azadkirina Girê Spî ji şervanên azadiyê re spasiyê xwe kirin.

Piştî şervanên YPG/YPJ'ê û Burkan El Firat Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin ji bo bajar ji mayînan baqij bikin demekê deriyê sînor ji sîvîlan re girtibû. Lê pişt re derî careke din hate vekirin lê vê carê jî Tirkiyê deriyê sînor girt. Roja Tirkiyeyê derî girt medyaya AKP'ê manşetên "YPG'ê derî ji sîvîlan re girt" avêtin û derewa "PYD paqijiya nîjadî dike" kiribûn. Li gorî çavkaniyên YPG'ê jî daxuyaniya ku "Deriyê sînor alî Tirkiyê girtiye" hate dayîn. Hefteya borî 2 hezar welatiyên Girê Spî vegeriyabûn bajarê xwe, îro careke din Deriyê Sînor a Kaniya Xezalan vebû û welatiyên sivîl vegeriyan Girê Spî. Heta niha hezar û 500 kes ji Akçakaleyê vegeriyan Girê Spî.

Li aliyê din pêşengên 20 eşîrên Ereban ên Mebruqa, Sîluk, Girê Spî û Eyn-El Îs hatin baregeha YPG'ê ya Girê Spî ziyaret kirin. Şervanên azadiyê pêşengên Ereban pêşwazî kirin. Pêşengên eşîrên Ereban ji ber azadkirina Girê Spî spasî li şervanan kirin.

(zt/ch)