'Xweşikbûna mirarî ' û nêrîna pergala Kapitalîzmê ya hemberî jinê
16:11
Helîn Yildirim/JINHA
ANTALYA - Nexweşiyên zeîfbûnê 'Anoreksiya' û ' Nevroza bulumiya' di encama pergala baviksalarî û kapitalîzmê de bi têgihiştina medyayê ya xweşik bûnê ku li ser jinê ferz kiriye û jinê xistiye pêşbirkek her ku diçe zêde dibe. Pîspora Psîkîyatrî Alper Koprûlû da zanîn ku ev nexweşî piranî di kesên ku demên xamatî dijîn de tê dîtin û got, divê teqez were tedawî kirin.
Endûstriya moda û xweşikbûnê, di civakên endüstriyel ya di pergala Kapîtalîzmê de her dem ji bo jinan têgihîştina xwe ya xweşikbûnê bi qalibên cuda ku her tim diguhere pêk tîne. Ev qalibên ku ji civaka di bin bandora hişmediya bavilsalarî, kapîtalîzm û medyayê de maye tê ferz kirin li ser jinan gelek tahrîbatên derûnî û fizîkî dike. Ev nexweşî bi taybetî di jinên ciwan ya hê negihîştîne û dixwazin xwedî bedena karkerên modayê û modelan bibin de tê dîtin. Pîspora Psîkîyatrî Alper Koprûlû diyar kir ku her roj kesên ku bi vê nexweşiyê dikevin zêde dibin û got: '' Yek nexweşiya ku bingeha xwe ji derûniyê digre û dibe sedema mirinan nexweşiya Nevroza Anoreksiya ye''
' Nexweş xwe wek sucdar dibine û vedirşe'
Nexweşên Anoreksiya rojên xwe piranî bi hesabên ku wê çiqas kilo bigre, çi bixwe, vexwe re derbas dikin û bi hesabên kaloriye girîngiyek zêde didin dîyetên xwe. Alper destnîşan kir ku ev rewş bigihîje astekî xeterebûyinê jî nexweşa anoreksia vê fêm nake û wiha berdewam kir: '' Sedema xirabûyina xwarinan baş nayê zanîn . Emrê destpêka Nevroza Anoreksia li gor guhertinan were nîrxandin piranî di demên xamatî (ergenlik) de tê dîtin. Guhertinên civakî û çandî jî bi taybetî bi gihîştina nexweşiya Nevroza Bulumiya de pêş dikeve. Nexweşiya Nevroza Bulumiya piranî bi atakên xwarinê tên xuya kirin û di van deman de moralên nexweşan xira dibe, xwe sucdar dibînin û vedirşin. Kesên her tim vedirşin bi bandora asîda diranên wan jî xira dibe û dirize''
' Ne qelaw be jî xwe pir qelaw dibînin'
Alper anî ziman ku kesên ne qelaw bin jî xwe pir qelaw dibînin û got: ''Nevroza anoreksia , nexweşiyek ji ber tirsa kilo girtinê pir kêm an jî hin deman qet xwarin nexwarinê çêdibe. Kesên bi vê nexweşiyê ketibin ne qelaw bin jî ji tirsa kilo girtinê heta ji deste wan tê hindik xwarinê dixûn. Ji ber kêmbûna kilo û rûn di hormonan de jî guhertin çêdibe. Ev jî di jinan de dibe sedema mensturasyon ( nexweşa mehane) ê. Her wiha kesên vê nexweşiyê dijîn xwe bê hêz û bê hal hîs dikin. Her tim pirsgirêka cemidandinê û bê xewiyê dijîn.''
' Nexweşên Anoreksia divê kêfxweş û aram bin'
Alper da xuya kirin ku ji alî derûnî de bandora nexweşiya anoreksîa gelek e û got: ''Nexweşî herî zêde di jinên ciwan de tê dîtin.'' Alper diyar kir ku anoreksiya nexweşiyek him fizîkî him jî deruniye û wiha pê de çû: '' Kesên ku giraniya bedena wan kêm be û performansek zêde nîşan bidin li îmaja xwe biqate dibin û ev baldarbûn heta pirsgirêka nexweşiya anoreksia diçe. Gihîştina asta herî jor ya di vê pirsgirêkê de mirina ya ji birçîna ya jî ji xwekuştinê ye. Yek nexweşiya ku bingeha xwe ji derûniyê digre û dibe sedema mirinan nexweşiya Nevroza Anoreksiya ye û teqez divê were tedawî kirin.'' Alper di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku nexweşên Anoreksia divê kêfxweş û aram bin.
(ch)