Vegerên li Girê Spî didomin

16:19

JINHA

GIRÊ SPÎ - Deriyê Sînor ê Girê Sipî û Kaniya Xezalan bi awayekî fermî hate vekirin û bi sedan welatiyên ku ji ber pevçunan û ji ber zilma çeteyan derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn vedigerin Girê Spî.

Ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê û ji ber pevçûnên ku di encama pêngava rizgarkirina herêmê ya ji alî YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firat de qewimîn, gelek şêniyên Girê Spî (Til Ebyad) neçar man koçî Bakurê Kurdistanê bibin.

Dema bajar ji çeteyan hate paqij kirin, welatiyan xwestin ku vegerin malên xwe û hin ji wan jî vegeriyan. Lê hêzên YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firatê ji ber domandina xebatên lêgerînê û ewlekariyê, dîsa temamkirina tedbîran, ji bo çend rojan derî girtibûn û bi awayekî fermî nehatibû vekirin.

Piştî ku xebatên lêgerînê hatin meşandin û bi armanca parastina nava bajêr hêzên asayîşê hatin ava kirin, Deriyê Sînor ê Girê Spî û Kaniya Xezalan (Akçakale) îro bi awayekî fermî hate vekirin. Bi vekirina derî re, bi sedan şêniyên bajêr û gundên derdora wê, ji Deriyê Sînor ê Girê Spî re derbasî herêmê bûn. Deriyê sînor wê her roj di navbera saetên 09.00-12.00 û 14.00-17.00’an de vekirî be û welatî wê karibin vegerin malên xwe.

(rc/ch)