KJAR: Em bang li jinan û azadîxwazan dikin ku li Zeynep Celaliyan xwedî derkevin
16:53
JINHA
NAVENDA NUÇEYAN- Komîteya KJAR yê Ewrûpayê di derbarê kampanyaya ji bo azadiya Siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan hate destpêkirin de daxuyaniyek weşand û got: "Em di serî de bang li hemû jinan û kesên azadîxwaz dikin û dibêjin werin, em dest bidin hev, bingehê zilm û bê dadiyê hilweşînin. Werin em ji bo azadiya Zeynep Celaliyan û hemû girtiyan têkoşînê bilind bikin.''
Komîteya Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ê Ewrupayê di derbarê kampanyeya azadiya Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên siyasi yên di girtîgehên Îranê de ne daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de wiha hatê gotin: "Gelek mirovên azadîxwaz di rêka gihiştina armanc û utopiyayên xwe de dev ji mal û canê xwe berdan û di vê rêyê de pir zehmetî û êş kişandin ku hê jî dikişînin. Heta roja ku mirov û mirovahî hebe, têkoşîn ji bo azadî û gihîştina edaletê wê her tim hebe. Bêguman pergala zalim wê bixwaze ku mirovên azadîxwaz bi şev û roj bi xwe ve girê bidin, û vê banga wan a azadiyê bifetisînin. Em dibêjin werin, em dest bidin hev û bingeha zilm û bê dadiyê hilweşînin."
'Zeynep û hemû girtiyên siyasî bi vîna ji polayê li ber xwe didin'
Di daxuyaniyê de berxwedana girtiyan hate desnîşan kirin û wiha hate gotin: "Girtîgeh sembola despot û dîktatori yê ye. Girtiyên siyasî jî sîmbola berxwedanê ya li hemberî tundiyê ye. Her yek ji di dîlitiya Komara Îslami ya Îranê de jiyan dike, sembola berxwedana li hemberî zorî, tecawûz, despot, bêdadî û xofê ye. Her cûre îskence û tundî li ser bedena wan mirovên azadîxwaz tê kirin ku helwesta wan ya bêdeng di dîktatoriya Komara Îslamî ya Îranê de di qîrîna we de deng vedide. Felsefe û rêbazên Rêber Apo, ji bo derketina ji vê rewşa li derveyî mirovahiyê ye, di Rojhilata Navîn û cîhanê de sînor û dîwaran ji holê radike û vînek ji polayê ye di têkoşîna ji bo azadî û lêgera dadê de. Şîrîn Elemhulî ji canê xwe yê şîrîn derbas dibe, lê ji rûmet û azadîxwaziya xwe derbas nabe. Ferzad Kemanger bi hemû êşên ku ji îskenceya zaliman ku dikêşe re qîr dike û dibêje 'Aso rone', heta ku dilê wî yê pak ji lêdanê dixînin. Ferhad jî mirinê wek pirekî dihesibîne, ji bo gihîştina mirovên bi utopiyayên xwe. Alî, Hêmin, Bahoz, Fesîh û gelekî din bi fedakirina canên xwe rê ji bo gihîştina azadî û edaleta civakê ronî kirin.
Zeynep Celaliyan jî îro di destên wan zaliman de ye. Ew zalimên ku canê Şîrîn, Ferzad, Ferhad û Soranan û bi hezarên din stendine. Siyasetmendara kurd Zeynep Celaliyan, di heft salên girîtgehê de pirî caran rastî binpêkirinên mafê mirovan hatiye. Hem îşkence dîtiye û hem di zindanê de ji îmkanên seretayî, ku dibe ji her girtiyan re bê dayîn, bêpar maye."
'Niha xetereya windakirina çavê Zeynep Celaliyan heye'
Daxuyanî wiha dom kir: "Zeynep Celaliyan, di sala 2008'an de bi sucê hevkarî li gel Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û hewldana çekdarî li dijî Komara Îslamî ya Îranê cezayê sêdarê jê re hat dayîn. Ew ceza di sala 2011'an de veguherî dîlgirtina ji bo giştî jiyanê. Li gel ku ew di zindanê de doza xwe berdewam dike, lê alîkariya pêwîst ji bo dermankirina nexweşiyên ku di salên dîlgirî de û ji ber îskenceyên lêhatî kirin pêre derketiye, jê re neyên dayîn. Niha, ji bo Zeynep Celaliyan xeteriya windabûyîna çavê wê heye. Her wekî di salên ku di girtîgehê de maye, nexweşiya îltîhaba rovî û xwînê bûye û pêwîstiya lezgîn bi derman û pisporiyê heye. Li gel ku malbata Zeynep destnîşan kiriye wê mesrafên dermanên wê bidin, lê memûrên asayîşê heta niha derketina wê ya ji girtîgehê qabûl nekirine. Mirovên azadîxwaz pêwîst in di vê mijarê de bêdeng nemînin. Werin, em hemû dest bidin destê hev û sedemên zilm û bê edaletiyê hilweşînin."
KJAR'ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû jinan û mirovên azadîxwaz dike ji bo azadiya Zeynep Celaliyan ya rewşa tendurustiya wê di xeterê de ye bikevin nava hewildanan, û wiha pê de çûn: "Hemû kesên ku bi sebeba bîr û baweriyên xwe di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatin dîlgirtin, hewlbidin û piştgiriya xwe carekî din ji hemû girtiyan re bînin ziman. Em mirovên azadîxwaz û bi taybet jin bi hûrmeta van însanan rabin ser piyan û bi yek deng bang bikin û bêjin: 'Pêwîste girtiyên siyasî azad bibin!' Di piştgiriya şopandina ji mafê girtiyên siyasî û têkoşîna aktîf ji bo rizariya girtiyên siyasî de divê em bi îsrar bin."
KJAR di daxuyaniya xwe de herî dawî destnîşan kir ku dê heya dawiyê piştgiriya kampanyaya ji bo azadiya girtiyan bikin û ji bo azadiya wan têkoşîna xwe bilind bikin.
(zt/ch)