Ji bo Şervana YPJ'ê Sevgî mewlîd hat dayîn

08:28

JINHA

ÊLIH - Ji bo şervana YPJ'ê Sevgî Dogmuş (Newroz Êlih) a di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat xwendin.

Rêveberiya MEYA-DER'a Êlihê û malbata şervana YPJ'ê Sevgî Dogmuş (Newroz Êlih) a di şerê pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li taxa Korkê ji bo Sevgî Dogmuş mewlûd xwendin. Nûner û rêveberên HDP, DBP, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, KJA, ÎHD û bi dehan kes beşdarî mewlûdê bûn. Li cihê mewlûdê posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên şervana YPJ’ê Sevgî hatin daliqandin. Piştî meleyê DÎAY-DER’ê mewlûd û dua xwend, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Mehmet Dogmuş jî xêrhatina gel kir û wiha got: “Keç û xortên vî gelî êrîşên li ser gel di nava dilê xwe de hîs kirin. Ev êriş qebûl nekirin û bi ruhê azadiyê berê xwe dan qadên têkoşînê. Em jî dê heya dawiyê şopdarên nirxên xwe bin û ala wan bilind bikin.”

Piştre Hevserokê MEYA-DER’ê Şukrû Baytar jî diyar kir ku bi hezaran ciwanên kurd ji bo azadiyê li çiyan û Kobanê di şerên herî giran de li ber xwe dane û canên xwe feda kirine. Baytar xwest çavê cangoriyan li paş nemine û gelê kurd nêzî azadiyê bûye û dê azadiya xwe bidest bixîne.

(zt/ch)