DEM-GENÇ çalakiyên 'Li Serokê xwe xwedî derbikeve' didomînin
08:35
JINHA
AMED - Endamên Meclîsa Jinê ya DEM-GENÇ'ê, bi şîara "Li Serokê xwe xwedî derkeve" bernameya sînevîzyon û helbestan amade kir. Ciwanan di bernameyê de ji Ocalan re azadî xwest.
Endamê Meclîsa Jinê ya DEM-GENÇ'ê ya Amedê, bi şîara "Li Serokê xwe xwedî derkeve, li Salona Anfî ya Sumerparkê ya Amedê bernameya sînevîzyon û helbestan amade kir. Di bernameyê de endam û rêveberên HDP'ê, ciwan û gelek welatî jî amade bûn. Di bernameyê de endama DEM-GENÇ'ê Canan Ceylan, bal kişand ser rol û mîsyona ciwanan a di nava tevgera azadiyê de û xwest hemû ciwan li azadiya Ocalan xwedî derbikevin.
Bername bi axaftinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, sînevîzyon û bi helbestan bi dawî bû.
(zt/ch)