Bijişkan ji bo xisarên Tirêjên rojê hişyar kirin

09:21

JINHA

AMED-- Pispora Çavan ya Nexweşxana Taybet a Baglara Lokman Balyen diyar kir ku di mehen havînê de nexweşiyên çavan derdikeve holê û tîrejên ultravîyolê bandoren neyînî li ser çavan dike. Ji ber vê Dr. Lokman bal kişand ku di navbera saetên 10.00'an û 16.00 dernekein derve.

Di demsala havîne de sotînera tîrejên tavê bandorekî neyînî lî ser çerm û çavên mirovan xisarî dike. Pisporên çavan ji bo xisarên Tirêjên tavê hişyarî kirin û dan zanîn ku berçavkên tavê bikar binin.Pîsporê Çavan Lokman Balyen dîyar kir ku tîrêjên ultravîyolê ji bo çerm û çavên mirovan bandorek neyînî dîke û axaftina xwe wîha domand :'' Ji tîrêjên tavê nexweşîyên katarakt, dejenerasyon û retîna derdîkeve holê. Her wiha korneaya çavan jî zuha dike,dişewîtîne û carna dibe sedema tijîbûna xwînê. Ji ber vê jî hesarên mezin derdikeve holê.

Lokman diyar kir ku di salên dawî de ji ber ziravbûyin û qulbûnaTebaqa Ozonê tîrêjên ultraviyolê digihêjin erdê û bandorek neyînî li ser çavan dike û got: ''Ji ber vê yekê divê em çavên xwe baş biparezin.'' Dr.Lokman da zanîn ku tîrêjên tavê ciqas sudên wê hebe ewqas xesarê wî jî heye û wiha pê e çû: '' Saetên serê sibehe û evarê tesîra tavê pirr zede nîne lê ji serê sîbe saet 10.00'an heta piştî nivro saet 16.00 'an bandora tavê gelek e û divê di navbera van seatan de dernkevin derve. Heger derketin çêbibe jî divê sîvan û berçavqê tavê teqez were bikar anîn''


Dr. Lokman der barê berçavkên tavê de jî axivî û destnîşan kir ku berçavkên resen divê were bikaranîn, lewre ên qelp ji sûdê wêdetir zirarê didin çavan. Dr. Lokman axaftina xwe wiha domand: '' Berçavkên qelp, him li ser sipîçka çavê him jî li ser kornea û retîneya çavê bandorekî neyinî dike. Bi vî awayî divê em xwe ji tavên ultraviyole ( UV) biparêzin.''

Dr. Lokman diyar kir ku kesên pîr , kesên çav rengîn, zarok û kesên amelîyata çavan derbas kiribin, ji tavên rojê zêde bi bandor dibin. Her wiha kesên pirsgirêka zuhabuna çavan dijîn, nexweşên retenîtîs,(korbûna şevê) kesên şevekor jî divê li hember tavê hessas tevbigerin û dema tesîra tave zêde ye pêwiste pir dernekevin ber royê. Dr. Lokman da zanîn ku alerjîya çavan jî zedetîr mehên biharê û havînê bandor li ser mirovan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: ''Mîrovên ku alerjîya çavan dijîn çavên wan sor dibe,qapaxa çavê wan diwerime ji ber vê jî divê pêşiyê dilopên çavan û berçavkên tavê bikar bînin û paqijiya çavên xwe her tim bikin û li hember polanan jî mehên Biharê xwe biparêzin. Ên ku ji zuhabûna çavan bi gazincin jî bi dilopên hêstirçêkirê dikarin tedawiya çavên xwe pêk bînin.

Lokman dîyar kir ku havînê ji ber ku zarok dikevin avên nîgar (süs) a parkan ,avên pengav (gölet) ên ne paqij bi talûkeya nexweşiyên çavan re jî rû bi rû dimînin. Her wiha Dr. Lokman balkişand ser nexwşîyên bi vî awayî pêk tê û axaftina xwe wiha dom kir:''Mîkrobên van avan dibin sedema nexweşiyên wek konjonktivitên ( îltihaba çavan) qapaxên çavan û korneayê. Heger li hember van nexweşiyan tedbîr neyê girtin heta korbûna çavan jî pêk tê.''

(do/ch)