Jinên Rojava dixwazin vegerin welatê xwe
09:24
Newroz Dijwar/JINHA
SILÊMANÎ - Jinên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Rojava koçberî herêma federal a Kurdistanê bajarê Silêmaniyê buyî, li benda roja ku vegera xaka xwe ne.
Ji ber şerê li Rojava û li Iraqê hate jiyîn bi hezaran mirov koçberê herêma federal a Kurdistanê bûn. Qeyrana aboriyê ya hem ji ber şer hem jî ji ber koçberiyê pêk hatî herî zêde bandor li koçberan kir. Jinên ku ji Kantona Kobanê a Rojava neçar man koçberê Silêmaniyê bibin, zehmetiyên koçberbûnê nirxandin.
'Em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man'
Sadiye Seyfo ya dayîka çar (4) zarokan ku beriya heft mehan ji Kobanê koçberî Başûrê Kurdistanê bibû, anî ziman ku heta gihaştine Silêmaniyê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane û got ku Tirkiye bi feraseta parsekiyê nêzîkî koçberan dibe. Sadiye anî ziman ku dixwaze careke din vegere ser xaka xwe û axaftina xwe wiha domand: "Em destpêkê ji Kobanê derbasî Tirkiyê bûn. Tiştên ku me qet hêvî nedikirin hatin serê me. Mal nedidan me, bi kirayê jî nedidan me. Dema ku didan jî pereyekî pir zêde dixwestin. Em ji xaka xwe koçber bûn me gelek zehmetî jiyan kirin. Zarokên me birçî man. Kar tunebû ku em bixebitin, pereyê ku me bida kirya mala xwe tunebû. Baş nêzîkê me nedibûn. Wekî parsekan nêzîkî me dibûn. Em li vir jî zehmetiyan dikşînin û zaroken me nikarin biçin dibistanê."
' Gelê Başûr zêde alîkarî nedan me'
Sefa Mihemed Elî ya dayîka çar zarokan e, ji beriya du sal û nîvan ji Rojava koçberê Silêmanîyê bûye. Sefa, anî ziman ku dema hatine Başûr kesekî wan ya nas tune bûye û gelê Başûr jî alîkarî nedaye wan. Sefa, diyar kir ku piştî hejmara koçberên Rojavayî zêde bû, xwedî li hev derketine û wiha got: "Dema em hatî li vir me kesek nas nedikir. Em biyanî bûn. Gelê Başûr jî zêde bi germ nêzî me nebû. Piştî ku hejmara koçberên Rojavayî zêde bû em li hev du xwedî derketin. Mal gelek bi biha dan me. Destpêkê em ne pejirandin."
'Em dixwazin vegerin Kobanê'
Sefa da zanîn ku ji ber jiyana koçbertiyê zarokên wan gelek zehmetî dikêşin û got ew mamosteye lê ji ber prosedûrên heyî ew nikare li herêmê mamostetiyê bike. Sefa wiha dom kir: "Min dixwest ez li vir jî mamostetiyê bikim lê belê qebûl nekirin. Ji min re gotin em dîplomayê wir napejirînin. Ji ber vê yekê ez neçar mam li malê rûnim. Li Rojava herî kêm min mamostetî dikir û zarokên min diçûn dibistanê. Piştî em hatin vir zarokê me ji dibistanê jî man û nikarin bixwînin. Ji ber ku li vir bi Soranî û Erebî tê peyivandin jî zarok zehmetî dikişînin. Keça min jî sala wê ya yekem de ne pejrandin piştî salekî girtin lê belê kurê min naçe." Sefa diyar kir ku piştî ku rê vebibin wê vegerin Kobanê.
'Em dixwezin vegerin mala xwe'
Sena Ahmed ya ku ji bajarê Halepê hatiye tevî çar zarokên xwe salek û nîve li Silêmaniyê têkoşîna jiyanek zehmet dide. Sena da zanîn ku rewşa wan a aborî xirabe û ji ber vê yekê ew dixweze vegere welatê xwe. Sena da zanîn ku ew demek dirêje agahî ji malbata xwe jî nagre û wiha pê de çû: "Jiyana me gelek zehmet e. Em dixwazin vegerin welatê xwe û mala xwe. Zarokên me nikarin biçin dibistanê û hevserê min jî bê kare, li vir kar bi zehmetî tên peyda kirin. Ji ber vê yekê di demek kurt de em dixwezin vegerin welatê xwe. Ez ji malbatê xwe tu agahî nagrim. Birayên min li ku derê ne û çi karî dikin tu agahiya min der barê wan de nîne. Heta niha tenê carek min bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. Ez bi hêvîme ku dema em vegerin wê şansê me ya hevdîtinê çêbibe û ezê tevî malbata xwe bijîm."
'Werin em bi hevre jiyana azad pêş de bibin'
Sena bang li welatiyên Rojava û Suriyê kir û wiha got: "Werin em bi hev re jiyana azad pêş ve bibin. Kurdên Suriyê Ereb û Turkmenên ku dervî welêt dijî werin em bihevre vegerin welatê xwe. Bila kesekî guhdar nekin ji bo yên ku dibêjin Ereb, Kurd û Sûryanî dijminin gotina min heye. Em hemû wekhevin. Tu caran me dijmintiya hev nekiriye. Gihêştina Kobanê û Cizîrê isbata vê yekê ye. Li Rojava şervanên YPG û YPJ'ê bajaran ji çeteyan rizgar dikin û gel diparêzin. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku werin em bi hev re jiyanek azad û wekhev avabikin."
(rc-ss/ch)