Dayîka Şervana YPJ'ê: Ez bi keça xwe şanaz im

10:15

JINHA

STENBOL - Dayîka Şervana YPJ'ê Gulsum Çam (Xwinda Amed) ya ku li Kobanê di şerê li hember çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dayî Muhsine Çam diyar kir ku berî keça wê jiyana xwe ji dest bide wiha gotibû: "Bila serê we bilind be, li ziman û partiya me xwedî derkevin. Emê heya kengê ji destê dijminê xwe bikişin." Muhsine da zanîn ku ew bi keça xwe serbilinde.

Dema ku êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ser Kobanê zêdebûn ji bo azadiya Kobanê yek ji şervanên ku di nava refên YPJ'ê de bi fedekariyek mezin şer dikir Gulsum Çam (Xwinda Amed) ya beriya azadiya Kobanê hefteyekê di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Gulsum di salên 1990'an de ji ber sedemên aboriyê li gel malbata xwe koçî Stenbolê kiribû. Dayîka Gulsum Muhsine Çam tevlîbûna keça xwe ya nava refên PKK'ê û paşê jî YPJ'ê nirxand.

' Ji partiyê û ji Abdullah Ocalan pir hez dikir'

Muhsine destnîşan kir ku keça wê 17 salî beşdarî nava refên PKK'ê bûye û gelek girêdayî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûye û axaftina xwe wiha domand: "Min gelek ji keça xwe hez dikir. Wê dibistan ne xwendibû lê gelek jîr bû. Wê ji partiyê û ji Abdullah Ocalan gelek hez dikir. Her dem çuyina çiyê wek mijarek şerefê dianî ziman. Rojekê ji min got: 'Ezê biçim çiya.' Min jî got; 'Ji xwe mamê te li wê ye.' Li hember wê keça min got; 'Ezê biçim, bila du birayên min jî bi min re bên.'"

'Em ê heya kengê ji destê dijminê xwe bikişin'

Muhsine anî ziman ku piştî 5 salên ku keça wê Gulsum beşdarî nava refên PKK'ê bûye cara yekem pê re bi telefonê axiviye û wiha berdewam kir: "Keça min ji bo min got; 'Bila serê we bilind be, li ziman û partiya me xwedî derkevin. Heya kengê em ê ji destê dijminê xwe bikişin.' Dema ku derbasî Rojava jî bû li gel min diaxivî û digot; 'Ez ê şehîd bikevim. Li vê derê gel di bin zilma DAÎŞ'ê de dijîn. Ji ber min bêriya we kiriye, ez ji Kobanê li we geriyam.'"

Muhsine bi lêv kir ku beriya azadiya Kobanê hefteyekê jiyana xwe ji dest da, ew piştî azadiya Kobanê hefteyekê çu ser goristana keça xwe û wiha axivî: "Ez qurbana te bibim keça min. Min tu nedîtê te jiyana xwe ji dest da. Ez çum ser goristana wê, min got Kobanê azad bû. Ev rê rêya şerefê ye."

Muhsine bal kişand ser giringiya ku keça wê Gulsum li Kobanê jiyana xwe ji dest dayî û wiha got: "Bila serê gelê kurd saxbe, bila serê Abdullah Ocalan sax be. Keça min diyar kir ku her kes nikare wê peywirê bike. Ez jî dizanim ew cesaret di her kesê de nîne."

(zt/ch)