Sê rojnamevanên Îtalyanî û yek jê Fransî hatin dersînor kirin
10:27
JINHA
RIHA - Bi îdîaya ku ji Murşîtpinar a navçeya Pirsûsê ya Rihayê 'Bi rêyên derqanûnî ketine Tirkiyeyê' çar rojnamevanên Ewropayî hatin dersînor kirin.
Bi îdîaya ku ji Murşîtpinarê bi awayekî qaçaxî ketine nava Tirkiyeyê, 3 rojnamevanên Îtalî, rojnamevanek Fransî hatin dersînor kirin.
Li gor nûçeya Bîanetê, bi îdîaya ku hewl dane bi rêyên qaçax ji Sûrî derbasî Tirkiyeyê bibin, ji rojnameya Îtalyayê 'Îl Manîfesto' Gîûseppe Acconcîa di 18'ê Pûşberê de, û ji rojnameya Fransayê 'Le Fîgara' Samûel Forey jî di 20'ê Pûşberê de hatine dersînor kirin. Hat ragihandin ku ji qenala RAI ya Îtalyayê V.P. û R.C. jî hatine dersînor kirin.
Ji rayedarên karên nivîsê yên rojnameya Le Fîgaro Phîlîppe Gelîe ji AFP'ê re ragihand ku xebatkarê wan Samûel Forey ê ji bo şopandina rizgarkirina Girê Spî neçar ma bi rêyên qaçax derbasî herêmê bibe, dema li qereqolê dihat ragirtin, nûçeya xwe derbas kiriye.
Ji Îl Manîfesto Gîûseppe Acconcîa jî agahî da Rojnamevanên Sînornenas (RSF) û anî ziman ku ew hatiye binçavkirin û piştre jî hatiye dersînor kirin.
(rc/ch)