Ev 11 rojin Buket Can a 16 salî windaye

11:15

Helin Yıldırım/JINHA

BALIKESİR - Buket Can a 16 salî ya li gundê Ortamandira dijî ji 12'ê hezîranê ve windaye. Li gel kesê wê revandî diyare jî polîs bi gotinên "bi heskirina xwe reviye" tiştekê nakin.

Malbata Buket Can ya li gundê Ortamandira yê Balikesirê dijî û ji 12'ê hezîranê ve windaye bi gumanin. Buket ya 16 salî dema ku di 12'ê hezîranê de diçe Liseya Anadolu yê ya Balikesir Haci Îlbey ê ji bo girtina qarneya xwe bi alîkariya jina bi navê Burçin Yildirim li wesayîta Yavuz Yildirim siwar dikin. Diya Buket Tulay Can da zanîn ku ji bo emniyet li peyî bûyerê nekeve gotinên weke "bi heskirina xwe reviya ye" bi karanîne û got: "Jiyana keça min ya pêşeroja wê ronî û di dersên xwe de serketî mehf kirin. Ez zaroka xwe dixwazim. Em wê malbatê nas nakin. Wê şevê dawet hebû saet di 12 an de em geriyan, me xwe negihandê. Me serlêdana suc kir. Ev 12 rojin me mijul dikin. Em li peyî geriyan yan dibêjin li Stenbolê ye yan jî dibêjin li gunde. Keça min li kuye."

'Keça min jî bi min re dibin tehdîdê de axivî'

Bavê Buket Şener Can jî destnîşan kir ku Burçin bi xwe keça wan revandiye, heger Yavuz Yildirim bê girtin dê bûyerê bê ronîkirin û wiha berdewam kir: "Burçin Yildirim bûye navbenkarê revandina keça wan. Di dîmenên mobesayan de tê dîtin. Dema ku ji ber dibistanê revandî birine gundê xwe şevekê li wê hêlane. Rojadinê keça min bi min re dan axaftin. Diyar bû ku keça min dibin tehîdê de li gel min di axivî. Wan çî digotin keça min ew dubare dikir û her dem digirî. Em çun qereqola polîsan me îfade da. Em çon leşkeriyê, dozgeriyê di holê de binpêkirin yeye. Gotinên weke ew bi xwe reviye dikirin. Li keça min geriyan nîşe girtin û vegeriyan. Ev 12 roj derbasbû hîna ti agahî nîne. Em li gel Parlementerê CHP'ê yê Balikesirê axivîn wan jî diyar kirin ku dê piştî sondê li meclisê ser van mijaran bi peyîvin. Divê demildest zaroka me bê dîtin."

(zt)