Rotînda Amed: Serketina Girê Spî destketiya gelan a hevpar e

14:04

JINHA

BEHDÎNAN - Endama Koordînasyona PAJK'ê Rotînda Amed diyar kir ku nirxên hêzên YPG û YPJ'ê temsîla wan dikin, deng vedidin. Lewma ji gelek deverên cîhanê enternatasyonalîst tevlî refên YPG ûYPJ'ê dibin û cihê xwe di vê berxwedanê de digirin.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Rotînda Amed, serketina Girê Spî û êrîşên li hemberî vê destketiyê ji ANF'ê re nirxand.

Rotînda Amed anî ziman ku azadkirina Girê Spî serketin û kedeke girîng a sedsala 21'an e û got: "Ez serketina Girê Spî weke serketina Neteweya Demokratîk pîroz dikim û keda di vê rêyî de hatiye dayîn silav dikim."

Rotînda Amed diyar kir ku şerê li Rojava tê meşandin di esasê xwe de şerekî zîhniyetê ye û anî ziman ku destketiya li Rojava derketiye holê, ji nû ve zindîbûna nirxên gelan û destpêka serketina modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst e.

Rotînda Amed got: "Lewma divê azadkirina Girê Spî ne tenê weke serketina Kurdan û weke azadkirina parçeyek xakê were nirxandin. Li Rojavayê ku ji Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî û gelek gelên din re bûye war, şerê ev sê sal in tê meşandin, şerê ji nû ve avakirina neteweya demokratîk e. Naxwe ne şerekî parvekirina bajaran e. Parvekirin ji xwe zîhniyeta netew dewletê ye. Halbûkî di herikîna dîrokê de gelek gel, ziman û çand li heman erdnîgariyê jiyane. Parvekirin û parçekirina erdnîgariyê ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve, di mejiyê gelan de hatiye parçekirin."

'Destpêka demeke nû ye'

Rotînda Amed anî ziman ku serketina Girê Spî sînor bê wate kir, şerê di ser erdnîgariyan re gelan parçe dike bê wate kir û got: "Di heman demê de rêxistinên paravan ên netew dewletê ji bo xwe bide jiyîn ava kirin û tirsa wan belav dikir, ji holê rakir. Ev pêla tirsê di nava çend salan de hat parçekirin û têkbirin. Careke din hat dîtin ku ti hêz li pêşberî vîna gelan têknaçe nîne. Hêzên DAIŞ'ê afirandin jî, neçar man li cem vîna gel a şer qezenç kir cih bigirin. Serketinên Girê Spî, Kobanê, Serêkaniyê, Çiyayê Kizwanan encameke vê rastiyê ne. Ev yek, tevî ku dawiya pêvajoyekê ye, destpêka pêvajoyeke nû ye. Ji bo jiyana bi hev re û azad a gelan zemîneke girîng afirand.

Rotînda Amed bal kişand ser daxuyaniyên dijber ên rayedarên Tirk li hemberî serketina Girê Spî didin û destnîşan kir ku Tirkiye ketiye nava çiravekê. Rotînda Amed got: "Bifikirin, fobiya Kurd hatiye radeyeke welê ku AKP'ê dikare bi navendeke hov re hevkariyê bike. Ewqasî har bûn ku çapemeniya wan a kirêt bi qasî bibêje PYD'ê ji DAIŞ'ê xeteretir e' bêperwa bûye. Artêşeke tecawizê ya weke DAIŞ'ê li hemberî sînorên xwe weke gefekê nabîne. PYD'ê ji DAIŞ'ê bêhtir xeter dibîne û terorîze dike."

'Ev berxwedan wêneyê hevpar ê mirovahiyê ye'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Rotînda Amed da xuyakirin ku nirxên hêzên YPG/YPJ temsîla wan dikin ew çend deng vedidin ku ji gelek deverên cîhanê enternasyonalîst tevlî refên YPG/YPJ'ê dibin û cihê xwe di vê berxwedanê de digirin û got: "Dema bi vî rengî lê were temaşekirin wê bê dîtin ku hêzên YPG/YPJ'ê wêneyê hevpar ê her kesên ji nirxên mirovahiyê bawer dikin e. Di vê berxwedanê de her kes xwe dibîne. Li aliyekî têkoşîneke bi vî rengî ya mirovahiyê heye, li aliyê din jî hêzeke mîna DAIŞ'ê ya li hemberî jin, mêr, ciwan-extiyar, zarok her şêwe hovîtiyê dike. Yê li hemberî van komkujiyan bêdeng e, xwedî dike û destekê dide dewleta Tirk e. Rastiyeke AKP'ê heye ku pişta xwe sipartiye DAIŞ'ê. Lewma di şexsê DAIŞ'ê de hikûmeta AKP'ê û zîhniyeta Tirk têk çûye."

Rotînda Amed diyar kir ku Kurd di roja îro de ji bo avakirina sîstema neteweya demokratîk a ji Rojhilata Navîn re bibe mînak hêza herî dînamîk e û got, "Asûrî kêm mabû tine bibin. Bi sîstema xweseriya demokratîk a li Rojava re Asûr ji nû ve zindî bûn. Ermenî jî bi heman rengî. Şoreşa Rojava bi jiyana bê dewlet re zîhniyeta qetlîemkar, qirker û tekparêz a dewletê, pûç kiriye. Nîşanî hemû gelan daye ku jiyaneke bê dewlet dikare bêhtir xweş be. Vê modelê mora xwe li sedsala 21'an xistiye. Bingeha vê sîstemê ji xwe li Rojhilata Navîn e. Bi tenê em karibin wê zindî bikin û birêxistin bikin, ew bes e."

(rc/ch)