KJA: Serketina HDP'ê serketina tevgera jinê ye

14:46

JINHA

AMED - Encamnameya 2'emîn Civîna Meclisa Daimi ya KJA yê diyar bû. Di encamnameyê de hilbijartinên 7'ê Hezîranê re bal hate kişandin û hat diyar kirin ku ev hilbijartin ji aliyê tevgera jinên Kurd de serkeftinek mezin bû. Her wiha di encamnamê de hat zanîn ku mîmarê projeya HDP'ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.

Meclisa Daimi ya KJA yê ya ku ji 101 delegeyan pêk tê li Sumerparka Amedê 2'emîn civîna xwe lidarxist. Piştî civîna du rojan berdewam kir bi daxuyaniyekê encamaname hat dayîn. Di encamnameya civîna ku du rojan nîqaşên ser pêvajoya siyasî, hilbijartin, nûneriya wekhev û xebatên komisyonan hatî kirin de bal hat kişandina ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û wiha hate gotin: "Derbaskirina HDP'ê ya bendê di serî de serketina jinan û hemû gelên li Tirkiyê ye. Em deyîndarê gelê xwe ne ku di dema pêvajoya hilbijartinê de bi êrîşên kontreyan pir bedel hate dayin. Em deyndarê kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ne."

Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku HDP, bi nûneriya wekheviyê ketiye hilbijartinan û li Tirkiye, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê deng vedaye; ev gava dîrokî ji bo hemû tevgerên jinên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Di encamnameyê de hat zanîn ku di siyasetê de zêdebûna rêjeya jinan bi bedelên giran ên tevgera jinên azad hatiye bi dest xistin.

Biryarên di encamnameyê de cîh girtin wiha ne:

Encama hilbijartinên 7'ê Hezîranê diyar kir ku persperktîfa netewa demokratik ji alî gelê Tirkiyê hatiye pejirandin. Bandora ked û rengê jinê ya li Kurdîstanê û Tirkiyê jî hate nîrxandin û hate diyar kirin ku di hilbijatinan de hatiye fêm kirin ku rêya azadî û demokrasiye bi rastiya rêxistinkirina jinê pêk tê. Serkeftina ku di hilbijartinan de derket holê ne tene li Tirkiyê, li Rojhilata Navîn jî dê bandorek mezin pêş bixîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku rizgarkirina Girê Sipî jî hamleyên demokrasiya radîkal û şoreşgeriyê ye û divê encamên vê hamleye pir alî were nîrxanidn ku were veguherandina hamleyên demokrasiyê.

Di encamnameyê de jinan bi bîr anîn ku, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû ku divê bi partî têkevin hilbijartinan û gelê me jî bi vê bawerî û beşdariyê bûye çavkaniya serketinê. Jinan da xuya kirin ku şoreşa jinan a Rojava ji bo jinan bûye hêvî, hêz û moral. Li dijî polîtîkayên AKP'ê ku li dij azadî û jinê bû, jinên Kurd û Tirk paşê xwe dane van û bend hilweşandine.

Di berdewamiy encamnameyê de hat gotin ku divê demildest pêvajoya muzakereyê bê destpêkirin û hat gotin ku sermuzakerevan Ocalan e û divê azadî, ewlehî û tenduristiya Ocalan esas bê girtin.

Di encamnameyê de der barê nîqaşên koalîsyonê de jî hat destnîşankirin ku divê jin bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoyê bibin û di avakirina destûra bingehîn de jî roleke çalak bilîzin.
(zt/ch)