KJA: Heta Abdullah Ocalan azad bibe têkoşîn dê bidome

15:15

JINHA

AMED - KJA yê girêdayî kampanyeya 'Ji Ocalan re Azadî' daxuyaniyek dan û gotin: "Demokratîkbûna Tirkiyê bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan gengaz e û divê wek sermuzakerevan were pejirandin."

Kongreya Jinên Azad (KJA) bi boneya kampanya ya 'Ji Ocalan re Azadi' ya ku li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo rakirina tecrîdê berdewam dike daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku hilbijartinên 7'ê Pûşberê di serî de ji bo gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê zeminek demokratîk ava kiriye û wiha hate berdewam kirin: "Serketina HDP'ê bi saya hizrên Birêz Abdullah Ocalan pêk hatiye. Piratîk kirina wê ya ji bo jin û ciwanan jî carek din ji nû ve zayînê bi hemû cîhanê da nîşandan."

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku serketina HDP'ê encama keda tevgera azadiya jinan e, asta ku jin gihişitîne siyasetê jî dide xuya kirin û wiha domandin: "Lê encama serkeftinên hilbijartinê baş nehate nîrxandin û bi hewldana hikûmetek şer careke din tê xwestin ku Tirkiyê ber bi kaosekî bibe. Ji derketina vê kaosê jî tenê rêyek li pêşiya me heye ew jî baş xwendina zemînê demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîne ku azadiyê pêk werîne."

'Ji bo Ocalan û gelên li Tirkiyê têkoşîn berdewame'

Daxuyanî wiha berdewam kir: "Encamên hilbijartinê carek din nîşanî me da ku demokratîkbûna Tirkiyê bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan gengaz e û divê wek sermuzakerevan were pejirandin."

Di dawiy daxuyaniyê de hate bi lêv kirin ku di serî de ji bo azadiya Abdullah Ocalan û ji bo hemû gelên Tirkiyê têkoşîna wan dê bidome.

(zt/ch)