Qefesa ku bi kulîlkan hatibû xemilandin bû sembola şer
09:28
Rojda Serhat/JINHA
GİRÊ SPÎ - Piştî azadiya Girê Sipî hovîtiyên ku çeteyên DAIŞ'ê li wir kiribû derdikeve holê. Qefesa ku ji aliyê çeteyan ve bi gulan hatî xemilandin û li nava bajêr daniyîn ji bo cezakirina welatiyan dihat bikaranîn û bûye sembola êşên dihatin jiyankirin.
Di Girê Spî ya ku ji aliyê şervanên YPJ/YPG'ê ve hate azad kirin tirs û hovîtiya çeteyan bi serê gel aniyî derdikeve holê. Ya ku di teşeya qefesê de li nava bajêr danîne destpêkê çiye pir nayê zanîn, paşê li gorî agahiyên gel hate zanîn ku ev qefes ji bo cezakirina welatiyan hatiye xebitandine. Li gorî hevdîtinan bi navê "zîna" yê jin bi recmê hatiye qetilkirin. Bi hincetên dizî kirine destê mirovan dihat jêkirin. DAÎŞ'ê li ser mirovan proja xwe ya qetilkirinê berdewam dikir.
Piştî ku Girê Spî ji aliyê şervanên YPJ/YPG'ê ve hat azadkirin ew qefesa bi kulilkan hatibû xemilandin û şahidî ji êşên welatiyan ên giran re kirî bu sembola êşan.
(zt/ch)