Cenazeya Gerilaya YJA-Starê Maxzume ber bi Başur ve hat rêkirin

10:30

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeya Gerîlaya YJA-Starê Maxzume Muhammedzade (Sarya Onur) ya ku di 14'ê Pûşberê de li Dihê di kemîna leşkeran de hatibû qetilkirin şevê din ji aliyê malbata wê ve derbasî Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Cenazeya gerîlaya YJA-Starê Maxzume Muhammedzade (Sarya Onur) ya ku di 14'ê Pûşberê de li çoltara navçeya Dihê ya Sêrtê di kemîna leşkeran de hatibû qetilkirin şevê din ji aliyê malbata wê ve derbasî Başûrê Kurdistanê hate kirin. Hevşaredarê Silopî Seyfettîn Aydemîr, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê, endamên MEYA-DER û gelek welatiyan di têketina Silopî de cenazeyê Maxzume pêşwazî kirin û heya Deriyê Sînor ê Xabûr bi rê kirin. Piştî kar û barên fermî yên li deriyê sînor cenazeyê Gerîlaya YJA-Starê Maxzume bi çepik û diruşmên, "Şehîd namirin" de ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate oxirkirin.

(zt/ch)