Seda Çavuşoglu: Têkoşîna feministan dê bidome
10:32
Derya Ceylan / JINHA
STENBOL - Aktivista Mor Çatiyê Seda Çavuşoglu diyar kir ku di tekoşîna 25 salan ya Mor Çatiyê de wan gelek serkeftin bi dest xistine. Seda da zanîn ku dê li hember şideta ser Mor Çatiyê têkoşîna xwe ya feministan berdewam bikin û ew avakirina cîhanek bê sitargeh armanc dikin.
Di sala 1987'an de li navçeya Çankiri ya Enqereyê bi gotina "Ji ser pişta jinê jop, ji zikê wê jî zarok divê kêm nebe" doza jinek ya berdanê hatibû red kirin, li hember wan kirinan gelek çalakiyên jinan derketibûn. Di heman salê de jinan bi navê "Li hember lêdanê kampanya" di 17'ê Gulana sala 1987'an de bi çalakiya li Parqa Yogurtçu berdewam kirin. Piştî wan çalakiyan ji bo jinên şidetê dibînin şêwirmendiyek hat avakirin, jinên di nava wê şêwirmendiyê de cîh girtin jinên şidet didîtin ziyaret dikirin û alîkarî didan wan. Di encama wan ceribandinan de di salên 1990'an de Wexfa Sitargeha Jinan Mor Çati hat avakirin. Aktîvîsta Wexfa Sitargeha Jinan Mor Çatiyê Seda Çavuşoglu diyar kir ku Mor Çati hem li hember şideta mêran û hem jî ji bo kêmkirina şideta nava malê hatiye avakirin. Seda sedemên avakirina wexfa wan û xebatên wan ên heya niha berdewam dikin nirxand.
'Sitargeh bi rêbaz û rêgezên feministan hat avakirin'
Seda destnîşan kir ku di 27'ê Sibata sala 1990'î de Mor Çati dema hatî avakirin heya niha bi jinên şidetê dibînin re di nava şêwirmendiyê de ne û wiha domand: "Mor Çati dema hate avakirin heya niha di aliyê tenduristî û hiquqî de alîkariya jinan kiriye. Ji bo ku jinên baweriya bi hêza xwe ya cewherî windakirî ji nû ve bi dest bixe alîkarî dane wan. Ji bo ku jin ji tundiyê xilas bibin hewildana wan berdewam dike." Seda bilêv kir ku di salên 1995-1998, 2005-2008 û 2009'an de sê sitargehên wan ên cuda çêbûne, ew sitargeh bi rêbaz û rêgezên feministan hatine bî rê ve birin.
'Di mijara şidetê de Mor Çatiyê di ferqêdebûn avakiriye'
Seda anî ziman ku heya niha weke Mor Çati wan alîkariya derunî, civakî û hiquqî dane 35 hezar jin û zarokan, li gel wê jî alîkariya sitargehan dane 375 jin û 453 zarokan. Seda derbirî ku Mor Çati li gelek herêman bi ceribandinên xwe li hember şidetê tekoşîn kiriye û wiha berdewam kir: "Ji bo ku zagon bên guhertin û li hember şidetê tekoşînek hevpar bê dayîn ew dixebitin."
'Têkoşîna 25 salan'
Seda diyar kir ku di têkoşîna 25 salan de wan li hember jinên ku di saziyên dewletê de jî rastî tundiyê tên tekoşîn kirine. Seda destnîşan kir ku ji bo pêşerojê ew têkoşîna cîhanek tê de jin şidetê nebînin û sitargeh nebin didin.
'Em ê şêwirmendiya jinan bi hêz bikin'
Seda anî ziman ku dê weke roja destpêkê têkoşîna xwe ya Mor Çatiyê bilind bikin û wiha dom kir: "Em ê li hember pergala ku newekheviya nava jin û mêran ku wek rewşek xwezayî didin zanîn têkoşînê bikin. Rakirina şideta ser jinan jî bi rakirina newekheviya nava her du zayendan de gengaz e. Em ê şêwirmendiya jinan ya ku me avakiriye bi hêz bikin û li hember şidetê tekoşîna xwe ya feministan berdewam bikin."
(zt/ch)