Di paş deriyê girtî de çîrokek berxwedanê veşartiye
11:42
Nurcan Yalçın / JINHA
AMED - Dayîka Azize Bayram (Evrim Andok) ya ku ji bo "Hemû zarok rojên xweşik bibinin" di 29'ê Adar a 2014'an de ket rê û beşdarî nava refên YPJ'ê bûyî û di cotmeha sala 2014'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest dayî Kamile Bayram dest nedaye odeya keçika xwe ku hemû tiştên wê li cîh hîştiye. Dayîka Azize oda wê weke muzeyê lêkiriye, ji ava wê ya nîv vewxarî heya hemû kincên wê, weke ku bi xwe li wê ye her tiştên wê di cihê xwe de ne. Di odeya derî girtî de bîranînên Azize jiyan dikin.
Azize Bayram (Evrim Andok) ya ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên 8'ê Cotmehê ser Kobanê de jiyana xwe ji dest dayî lê hê cenazeya wê nehatiye dîtin di zarokatiya xwe de jî şahidî gelek zordariyan bûye. Di sala 1994'an de Azize li gundê Text yê navçeya Pasura Amedê di nava malbatek welatparêz de çavên xwe vekiriye. Ji ber tundiyên dewletê malbata wê neçar maye û koçî Amedê kirine. Azize dema 6 salî bû bavê wê Abdulselam Bayram hat girtin. Azize weke mezina malê alîkariyê dide dayîka xwe û karên giran dide ser milê xwe yê biçuk.
Piştî bavê wê diya wê jî tê girtin
Bavê Azize 5 salan di girtîgehê de ma, di sala 2008'an de dayîka wê Kamile Bayram jî ji doza "alikariyê" hate girtin. Azize di 7 mehên dayîka wê girtî de hem li xwişk û birayên xwe dinêrî, hem karê malê dikir û hem jî dibistana xwe dixwend. Heya diya wê ji girtîgehê derket Azize hemû berpirsyariya malê dabû ser milê xwe û her dem difikirî beşdarî nava refên PKK'ê bibe. Li gel xwişka xwe wê biryarê dide. Xwişka wê Raperîn dibêje: "Diya me derketina me herduyan ranake. Niha tu neçe, tu dibistanê dixwînê, despêkê ez biçim." li der vê Raperîn Azize dihêle û diçe.
Soza ku dabû Raperînê
Azize gotina Raperînê guhdar dike, li gel malbatê dimîne û perwerda xwe bi awayê herî baş diqedîne. Azize jinek ciwan ya ji aliyê hevalên xwe ve gelek dihat hezkirin bû. Hevalên wê yên ku girêdan û baweriya wê nizanin namînin. Di ezmûnên sala 2014'an de nêzî 400 derecan tîne û dibêje: "Min xwe îspat kir." Daxwaza wê Raperîn di rê de nehêle biçe gel wê bû. Soza ku daye xwişka xwe bi nameyek, "Ev niha ne biryar dayine, soza ku min dayî Raperîn e" ji malbatê re hîşt û çu beşdarî nava refên YPJ'ê bû.
'Em bi hev re mezin bûn emê bi hev re şer bikin'
Azize di berdewamiya nameya xwe de wiha dibêje: "Em bi hev re mezin bûn, em ê bi hev re jiyan bikin û bi hev re şer bikin. Ez hêvîdarim ku em ê bi hev re jî bimirin. Ji bo hemû zarok pêşerojên bedew ên bi tîrêjên rojê bibînin, ji ber ez neçum zanîngehê dayîka min û bavê min ji min hêrs nebin û nebêjin xwezî... Emê di zanîngeha xwe de bixwînin. Pergala Rêbertiya me û partiya me bedelê 100 zanîngehên dewletê ne." Azize di nameya xwe de ji bo xwişka xwe ya nû hatî dinê Ronahî re jî wiha got: "Tenê dawxaza min ji we, we çawan em mezin kirin bi heman şêweyî Raman, Rizgar û Ronahî jî mezin bikin. Ez dixwazim xwişka min Ronahî di oda min de mezin bibe." Gotina Azize bi vî awayî be jî dayîka wê Kamile dest nedaye oda wê û dibêje: "Dibe ku rojekê keça min bê ez destê xwe nadim oda wê."
'Hemû hevalên Evrim li pey wê çun'
Kamile anî ziman ku keça wê biçuk bû lê ramanên wê mezin bûn û wiha domand: "Evrim gelek jîr bû. Ji ber ew zaroka min ya mezin bû em bi hev re mezin bûn. Dema ku hevserê min di girtîgehê de bû min û wê bi hev re me zarokan mezin dikirin. Ji aliyê derdora xwe ve pir dihat heskirin. Hevalên wê gelek girêdayî wê bûn. Şahin Oner hevalê wê yê polê bû. Dema ku Şahîn şehîd ket gelek bi bandor bû. Dema ku Evrim beşdar bû gelek hevalên wê jî piştî wê tevlîbûn. Hinek yên mayîn jî piştî agahiya şehadeta wê tevlî bûn. Hevalên wê digotin: "Li gel ku Evrim gelek li hember çekan bû jî, tevlî bû û şehîd ket, wê demê em çawan li vê derê bisekinin.'
'Destnedin oda min û xwişka min tê de mezin bikin'
Dema ku em ketin oda Evrim me dît ava nîvî vexwarî hê li wê ye, kincên dema dawiyê ji ber xwe kirî, li gel lênûs û pênûsên wê ser masê xebatê sekinîne. Dayîka wê Kamile wiha anî ziman: "Evrim di nameya xwe de wiha gotiye: 'Oda min weke ya Raperînê nede hev, xwişka min Ronahî tê de mezin bike.' Lê ez naxwazim keça xwe tê de mezin bikim. Ez dixwazim oda wê weke muzeyê bimîne. Dema ku Evrim çuyî di nameya xwe de wiha gotiye: 'Heger carek din jî bêm dinê ez ê carek din tercîh bikim ku weke zaroka we bêm dinê.'"
Kamile ya dûcaniya 4 mehî ye li bendê ye zarokek wê ya keç çêbibe û got: "Ez dixwazim navê keça xwe bikim Evrim. Di hindirê min de hîsek yê ji bo min Evrimê bîne heye. Keça min ya bê dinê kêmek be jî dê êşa windakirina Evrima min kêm bike."
(zt/ch)