Dewlet pêşiyê zaroka di zikê wê de piştre jî hevserê wê qetil kir
12:44
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX- Wesfiye Avci, rojêkî dema li bêriyê bû cendirmeyan dan ser gund û Wesfîye li vir jî ber îşkenceyan zaroka xwe ya sê meh û nîv bû wînda kir. Dayika Wesfîye pîştî zarok ji ber çû di heman rojê de bi hevserê wê jî bi îşkencê hate qeilkirin. Dayika Şemiyê Wesfiye niha ji bo hesabên hemû pêkhateyan bipirse li qadan têkoşîna xwe didomîne.
''Heta ez bijîm dê şopdarê doza xwe bim, dê ji bîr nekim û hesabê bipirsim....'' xwediyê van gotinan, bebika wê ya di zikê wê de û hevserê wê ya ji alî dewletê ve hatibû qetilkirin Dayika Wesfiye Avcî ye. Dayika Wesfiye jinek koçer e. Dema li Zozanên Sêrtê û li Şirnexê koçberiyê dikin ew û malbata xwe gelek caran rastî pêkutiyên dewletê tên û bi hincetên 'Hun alîkarî PKK’ê dikin' gelek caran jî êrîş li ser konên wan hatine dayin. Ji ber van êrîşên dewletê, dayika Wesfiye û malbata wê gelek caran cihên xwe diguherînin lê ev jî nabe çareser û pêkutiyên dewletê ya li ser malbatê didome. Di sala 1989’an de hevsera dayika Wesfiye, Zahît Salgun bi îşkencê tê qetilkirin. Dayika Wesfiye jî di heman demê de tê bin çav kirin û li vir ji ber îşkencê zaroka wê ya sê meh û nîv ji ber diçe. Dayika Wesfiye wan rojên ku rastî gelek bi zor û zehmetiyan hatine vegot û anî ziman ku heta sax bî dê wan rojan ji bîr neke û hesabên wê bipirse. Dayika Wesfiye axaftina xwe wiha domand:'' Ez tevî sê zarokên xwe tenê û neçar mam ku bi tena serê xwe têkoşîna jiyana xwe bidomînim.'' Dayika Wesfiye ya birînên şerê 40 salî di ruyê wê de xuya dike, niha wek hemû Dayikên Şemiyê her hefte eşên dilê xwe tîne ziman û bi yek dengî dibêjin ' edalet!'. Dayika Wesfiye,anî ziman ku dengê wan nayê bihîstin û ew tên ji bîr kirin lê heta ew sax bin dê doza xwe bernedin. Dayika Wesfiye ji salên berxwedanê ya ewil heta niha tîştên ku jiyandiye û têkoşîna xwe ya bi zarokên xwe ve ji me re vegot.
‘Bebika min a di zikê min de jî qetil kirin’
Dayika Wesfiye wiha berdewam kir: '' Em koçer bûn me pez û dewaran xwedî dikir, me teşî dirêst û me kona çê dikir. Em zivistanê dihatin gund havînan jî diçun zozanan. Dema em diçun zozanan em rastî gelek neheqî û hekaretan dihatin. Em biçuna ku derê ji pêkutiyên dewletê xilas nedibûn.Wesfiye diyar kir ku hemû hekaret û pêkutiyên ku li wan dihate kirin ji ber Kurdîtiya wan bû û wiha berdewam kir:” Roj tine bû ku diavêtin ser mala me. Salek berî qetilkirina hevserê min jî me li binya gundê Dara kon vegirtibû dîsa li ser mala me girtin û pirsa hevserê min kirin. Ji ber ku ew ne li mal bû min, du jintiyê min û tiyê min girtin birin tabura Dara. Li vir li tiyê min dan û tişt nema ku anin serê wî. Pişt re hevserê min hat me serbest berdan. Piştî salekî din dîsa avêtin ser malan û gelek kesan girtin, hevserê min ji birin avetên hucreya yek kesî û 10-12 rojan işkencê pê kirin. Ji ber van îşkenceyan hevserê min mehekî nikaribû çixara xwe jî bipêçe. Salek piştî vê dîsa avêtin ser konên me û hemû qetandin û gotin ' ji vir herin.' Li ser vê me konên xwe bar kir em hatin Mendicê. Rojek ji ser derbas bû dema em li bêriyê bûn leşker dîsa avêt ser me û berbazek milê min girt û got, ‘mirovê te gerîla ne’ ji ber ku min vê qebûl nekir sîlekî li min da ez ketim erdê. Dema fêm kir ku ez dûcanî me li erdê li pê pişta min kir.” Dayika Wesfiye da zanîn ku ji ber iskencê bebika xwe ya sê meh û nîv ji ber çûye û wiha pê de çû: ''Piştî leşker ji ba me çûn avêtin ser şivanan, wê gavê hevserê min li ser nimêjê bûye. Jê re dibêjin ‘Alîkariya Cudî û Gabar tu dikî’ hevserê min vê qebûl nake û ew jî henekên xwe bi wî dikin û dibêjin 'Xwedê ji xwe tine pêxember jî çuye iznê.’ Li wir sê fîşekan berdidin serê wî û dikujin.”
‘Li cenaze jî işkence kirin’
Wesfiye destnîşan kir ku dewlet piştî ku hevserê wê kuştiye jî pê işkence kiriye û wiha berdewam kir: ''Piştî ku wî dikujin cenazeya wî li pêy panzerê girê didin û dikêşin.” Wesfiye anî ziman ku piştî qetilkirina hevserê xwe dibihîse ji bo dîtina wî diçe tabura leşkerî û li vir rastî hekaret û iskenceyê tê. Wesfiye da zanîn ku ji bo ew ji taburê dur bikevin heta sibehê gule li derdora wan reşandine lê ew ji taburê dur neketine û wiha pê de çû: '' Dema bû sibe ez çum kona ku hevserê min tê da bû lê leşkerek min girt û ji erdê kişand û derxist derveyî taburê. Ez dîsa vegeriyam. Ji min re digotin 'Em cenaze nadin we em ê bavêjin sergoya Sêrtê.' Xezurê min digot ‘Cenazê bidin me em ji we nabin dawekar.' Min vê yekî qebûl nekir û min bi qîr kir û got ''Ez heta sax bim dê ji we hemûyan dawekar bim û heta qiyametê jî li pêy doza xwe bim.''
'Min bi zehmetî zarokên xwe mezin kir’
Dayika Wesfiye da xuya kirin ku piştî kuştina hevserê wê avêtine ser mala wan û hemû wêneyên hevserê wê birine û got: ''Min piştî kuştina wî gelek zorî û zehmetî dît. Agir berdan xaniyê me û şewitandin, hemû ajalên me li çolan bê xwedî man. Em jî neçar man ku ji wir koç bikin, em hatinn Cizîrê. Li Cizîrê em sê sal man, piştre em dîsa hatin Qesrikê.''Wesfiye da zanîn ku ji bo debara zarokên xwe bike pala û dirûtinê kiriye û axaftina xwe wiha domand: ''Ji ber ku rewşa min a aborî ne baş bû min nikaribû zarokên xwe jî bida xwendin ku dibistan nîvçe hîştin. Min gelek tengasî jiyan kir ku tiştên min dît tû kesî nedîtiye.”
‘Em di jiyanê de jî di mirinê de jî bi hev re ne’
Wesfiye anî ziman ku heta ew sax be wê doza we bernede û wiha dewam kir:” Sekna me dê tune be heta ez sax bim, li ser lepê xwe jî biçim ez ê bi Dayikê Şemiyê û bi Dayikê Aşitiyê re bim. Di partiyê de jî xebata ku têkeve se milên min ez ê bikim. Heta em sax bin em ê li pê Serokê xwe û gerîlayên xwe bin.” Wesfiye diyar kir ku pêwiste Dayikê Şemiyê bi hev re biçin dozê vekin û got: ''Em di jiyanê de jî di mirinê de jî bi hev re ne.”
Jiyanek bi tenê…
Dayika Wesfiya niha li bajaroka Qesrikê bi tena serê xwe bi baxçeyek ku tê de hêjîr, tirî, turtirşk, xox, marol, bexdenoz, gul çandiye û dixwaze hemû rengên ku jê hatine sitendin di vî baxçeyî de şîn bike dijî. Dayika Wesfiye ya bi firotina hêkan niha debara xwe dike li gel nexweşiyên xwe yên wek şekir, qelb, helandina hestiyan, kolestrol, tansiyon û pirsgirêka midê jî ji bo hesap pirsîna tiştên ku jiyandine her roj tevlî hemû çalakiyên di bajêr de pêk tê dibe.
(ch)