Li Kantona Cizîrê merasîma bîranîna jinên şoreşger
13:40
JINHA
HESEKE - Li Kantona Cizîrê ji bo çar jinên şoreşger Zîlan, Sema, Gulan û Nûda merasîma bîranînê hat li darxistin.
Bi pêşengtiya Rêxistina Yekîtiya Star li Navenda Çand û Hunera bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê di kesayeta çar jinên şoreşger de ji bo tevahî têkoşerên di meha Pûşberê de jiyana xwe ji dest dane merasîmek bîranînê hat li darxistin. Bi sedan welatî tevlî merasîma ku Ji bo bîranîna çar jinên şoreşger Zeynep Kinaci (Zîlan), Sema Yuce (Sema), Filiz Yerlikaya (Gulan) û Nûda yên di meha Pûşberê de jiyana xwe ji dest dane bûn. Her wiha hevserokên meclisa bajêr, Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û rêveberiyên Yekîtiya Star jî tevlî merasimê bûn. Salona merasimê bi al û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û cangoriyên ku di tekoşîna azadiyê de jiyan xwe ji dest dane hate xemilandin. Merasim bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re jî Seroka Meclisa Yekîtiya Star Welîde Botî axivî.
'Tekoşîna çar jinên şoreşger rûpelên nû di dîroka jin de vekiriye'
Welîde Botî bal kişand ser serkeftinên YPG/YPJ û got ku ev encama ked û xwîna bi hezaran jinên şoreşger e. Her wiha Welîde diyar kir ku têkoşîna çar jinên şoreşger rûpelên nû di dîroka jin de vekiriye û wiha dom kir: "Ew bûn sembola tevahîya jinên azad yê cîhanê. Jin her dem ji bo têkoşîna azadiya gelê xwe bûye xwedî roleke çalak û fedakar. Di roja me ya îro de jî em dibînin ku li Rojava tevlîbûna ewqes jin ji qada tekoşînê re encamê mîrasên ku di aliyê jinên şoreşger de hatiye ava kirine de ye. Jin di Rojava de jî îro li hember tarîtiya DAIŞ ku dixwaze îradeya jin bin pê bike û li pêşiya azadiya wê astangiya çê bike, xwedî sekneke berxwedêr û têkoşer e."
Piştî axaftinan li ser jiyan û têkoşîna Zeyneb Kinacî (Zîlan) sînevizyon hate pêşkeş kirin. Merasîm bi şano û sitranan bi dawî bû.
(ee/zt/ch)