' Gotina me ya dawiyê azadiya Ocalan e'

14:13

JINHA

ÇEWLIK - Kampanyaya ku bi şîara "ji Ocalan re azadî" ku li hemû herêmê hatiye destpêkirin û berdewam dike di pêşengtiya Meclisa Jinên Hêvî Roj de bi munasebeta şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd meşa meşaleyî pêk anî. Bi hezaran welatiyan gotin: "Gotina meya dawiyê azadiya Ocalan e."

Li Çewlikê di pêşengiya Meclisa Jinên Ciwan ya Hêvî Roj de di çarçoveya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' meşa meşaleyî pêk anîn. Li gel rêveberên HDP'ê bi sedan welatî beşdarî meşê bûn. Meşa ku li ber avahiya HDP'ê destpê kir de pankarta 'Azadiya Rêber Apo temînata azadiya hemû gelan e' hat vekirin û bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji bo Ocalan' û 'Bê serok jiyan nabe' berz kirin. Welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşê.

Demildest azadî

Meşa ku bi tevlîbûna welatiyan her ku çû zêde bû li kolana Genç'ê rastî astengiya polîsan hat. Piştî gel ji bo meşê israr kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Li hemberî êrîşa polîsan jî welatî belav nebûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê hat girtin û pişre li ser navê Meclisa Jinên Ciwan ya Hêvî Roj'ê Şîryan Ateş daxuyanî da. Ateş destnîşan kir ku divê ku demildest ji bo pêşerojek demokratîk û aştiyê tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha got: "Ev gotina me ya herî dawiyê ye, şerte ji bo pêşerojek demokratîk Ocalan azad bibe."

(aw/ch)