Rêveberiya Kobanê û Cizîrê li Girê Spî daxuyanî dan

15:37

JINHA

NAVENDA NUÇEYAN- Meclîsên Rêveber ên Kantona Cizîr û Kobanê li bajarê Girê Spî gihiştin hev û daxuyaniyek hevbeş dan.

Meclisa rêveber a Kantona Kobanê û Desteyên wê û Meclisa Rêveber ya Kantona Cizîrê û Desteyên wê li Girê Spî hevdû dîtin û li ber deriyê Girê Spî daxuyaniyek dan.

Li ser navê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Cîgirê serokê Meclîsa Rêveber ê Kantonê Xalid Berkel axivî û bi xêr hatina şandeya rêveberiya Cizîrê kir û got: ''Ev roj rojeke dîrokî û pîroz e, xewn û hêviyên ku ev demek dirêje em li bendê ne pêk hat. Ev roj bi xwîna cangoriyan pêk hat û cangoriyan ji bo em bigihîjin vê rojê bûn kirin pêşeng. Kombûna me li vî bajarê dîrokî ku ev demeke dirêje di bin sîstema dagerkiriya sîstemên Baas û DAIŞ'ê de bû tû caran hebûna kurdan qebûl ne dikirin lê îro Kurd azad in.

Xalid Berkel di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku serkeftinên hatin bidestxistin bi saya berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê û hêzên hevbeş pêk hatiye û wiha dom kir: ''Armanca YPG/YPJ'ê û hêzên hevbeş avakirina Sûriyekî demoqratîk e ku mafê hemû pêkhateyan biparêze. Em vê serkeftinê li hemû gelên Sûriyê, Rojavayî Kurdistanê û li YPG/YPJ'ê, hêzên hevbeş û cangoriyan re pîroz dikin.” Piştî axaftina Xalid Berkel, li ser navê rêveberiya Kantona Cizîrê, Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîr Ekrem Hiso axivî û di serî de bi xêr hatina rêveberiya Kantona Kobanê kir û got: ''Îro em li vir di rojek dîrokî de li hev civîyane. Em vê serkeftinê li we hemûyan pîroz dikin. Ev ji bo me şahiya serkeftina bi can û keda cangoriyan pêk hatiye. Pêwîste ku em heta dawî şopdarên riya cangoriyên xwe bin.''

Di berdewama axaftina xwe de Ekrem Hiso, da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk bi hemû hêza xwe ji hemû raya giştî ya cîhanê re isbat kiriye ku dikare herêmê bi rêve bibe û wiha direjî da axaftina xwe: ''Ji Dêrikê, Girê Spî û heta Kobanê îro bûye yek. Kordînesyona giştî ya sê kantonên Rojava biryar daye ku dê bi hemû hêza xwe xizmeta Girê Spî û hemû pêkhateyên wê bike. Gelê me û rêveberiya xwe ya xweser isbet kiriye ku armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîke.''

Ekrem Hiso, bang li hemû pêkhateyan kir ku parastina destkeftiyan bikin û wiha dom kir: ''Li Rojava destkeftiyên mezin hatin bidestxistin, pêwîste hemû kes cihê xwe di nava xebatên parastina destkeftiyan de bigirin. Pêwîste hemû pêkhateyên Girê Spî û Kobanê vegeriyên hembêza dayîka xwe Rojavayî Kurdistanê û di xebatên avakirinê de cihê xwe bigirin.''

Piştî Ekrem cîgira wî Elîzabêt Goriyê axivî û spasiya şervanên YPG/YPJ'ê û Burkan El Firat kir ku hiştin herêmê aram û azad bibe kir û got: ''Hêzên YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firat axa Sûriyê diparêzin. Bi serkeftinên hatine bi destxistin li hemû gelê Sûriyê re pîroz dikin. Armanc Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk avakirina Sûriyekî hevbeş ê û belavkirina azadî û wek heviyê ye. Em ê li hemberî hemû kesên ku dixwazin axa Sûriyê dagir bikin derdikevin. Em ê bi hemû hêza parastina nirxên xwe bikin.''


Piştî axaftinan her dû şandeyan ber bi Kobanê ve derketin rê û li wir hevdîtin dê were lidarixsitin.

(ch)