Li gundên Serêkaniyê yên hat rizgarkirin pêdiviya avê tê dabîn kirin
15:38
JINHA
SERÊKANIYÊ - Şaredariya Bajar a Serêkaniyê ji ber ku gundên hatine rizgarkirin pêdiviya wan ji avê heye, li gundên derdorê re avê dabîn dike.
Gundên ku hatine rizgar kirin, pêdiviya welatiyên ku careke din vegeriyane gundê xwe û yên ku jê derneketine jî bi avê gelekî heye. Şaredariya Bajar a Serêkaniyê pênc serîncên avê li gundên Ebû Şîxat, Ebû Cilûd, Recan, Ricêya yên ku beriya demekê ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hatibûn rizgar kirin belav kirin.
Hevşaredara bajêr Cîhan Ebid Elezîz got: "Ji bo ku em bikaribin alîkariya welatiyan bikin û heya ku ji pirsgirêka avê re çareseriyeke mayinde bê danîn, em hamleyeke belav kirina avê li gundên hatiye rizgar kirin dest pê dikin."
Jinên gund diyar kirin ku ew gelek kêfxweş in ku ji çeteyên DAIŞ'ê yên ku xerabiya gel dixwaze xelas bûne. Jinan bi taybet ji bo DAIŞ weke dijminê herî mezin bi nav kirin û sipasiya şaradariya Serêkaniyê kirin.
Xebatên şaredariyê yên belavkirina avê berdewam dikin.
(de/zt/ch)