Pîştî Ayn Îsa 5 gundên din hate rizgar kirin

15:57

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan li derdora bajaroka Ayn Îsa 5 gundên din rizgar kirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên 24 saetên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wihaye: ''Pêşketina hêzên me yên Kantona Kobanê û Cizîr a di çerçoveya Hamleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku ketiye roja xwe ya 49’an de didome. Hêzên me yên ku duh piştî nîvro bajarokê Ayn Îsa ji çeteyan paqij kirin, operasyonên xwe yên vê bajarokê û derdora wê berdewam dikin. Di encama operasyonên ku li Bakurê bajarokê Ayn Îsa tên meşandin, hêzên me 5 gundên din rizgar kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van operasyonan de jî nehatiye zelalkirin. Hêzên me yên ku li bajarokê Ayn Îsa xebatên xwe ya lêgerîne berdewam dikin, doçkakî 23,5mm a çeteyan bi dest xistin. Xebatên paqijkirina mayinan û legerîna di vê bajarok û gundên derdora wî de berdewam dikin.''

(ch)