Koma HDP'ê ya jinan li Enqerê civiyan
17:05
JINHA
ENQERE -Koma HDP'ê ya jinê ku bi temsîlîyeta ji sedî 40 dê beşdarî meclîsê bibin civînek li dar xistin û xebatên ku wê were meşandin, rê û rêbazên wê nîqaş kirin.
Parlamenterên HDP'ê yên jin li avahiya navenda giştî civînek li dar xistin û der heqê xebatên xwe yên bidin meşandin de nîqaş kirin. Civîna ku bi rêveberiya Hevseroka HDP'ê Fîgen Yûksekdag hate dest pê kîrîn 31 parlamenterên jin tevlî bûn. Parlamentera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat ji ber ku di demek nêz de xwîşka xwe winda kiribû tevlî civînê nebû. Her wiha Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, Hev Berdevka HDK'ê Sebahat Tûncel, Endamên Meclîsa Jinê ya HDP û HDK'ê û têkelên KJA' yê jî tevlî civînê bûn.
Koma HDP'ê ya jinê ku bi temsîlîyeta ji sedî 40 dê bi 32 parlamenterên jin ve beşdarî meclîsê bibin di civînê de ji bo pêvajoya pêş de xebatên xwe bi çi awayî û bi kîjan rê û rêbazên bimeşînin nîqaş kirin. Di civînê de mijarên wek, meclîsê ji bo li hember pirsgirêkên jinê bi hestiyar kirin, van pirsgirêkên ku tê jiyandin bi awayekî çawa bixin rojevê hate nîqaş kirin.
(ch)