Sînemaya Kurdî li Mîhrîcana Moskovayê ye
18:09
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Mîhrîcan a fîlmên 37.emîn ya Moskovayê îsal li gel fîlma Yilmaz Gûney ya 'Rê' çend fîlmên dîn ya ji sînemeya Kurdî cara yekem dê were nîşan dayîn. Fîlmên derhênerên Kurd ya ji Tirkiye, Iraq, Îran û Ermenîstanê jî dê bi temaşevanên xwe re werin ba hev.
Mîhrîcan a 37.emîn ya Moskovayê li payetexta Moskovayê di 20'ê Pûşberê de bi merasimekî dest pê kir. Dî mîhrîcanê de ji gelek welatên wek Rûsya, Îspanya, Fransa, Îran, Bulgarîstan û Sirbistanê fîlm têne nîşandan. Fîlmên Kurdî yên ji Iraq, Îran û Ermenîstanê bi sernavek cuda hatin gel hev. Fîlmên kurdî ya bi sernavê 'Fenomena Sînemaya Kurdî' wê bi fîlma navdar Rê (Yol) a derhênerê Kurd Yilmaz Guney, ku sala 1982'an de xelat wergirt de wê were dest pê kirin. Fîlmên ji Tîrkîyê were nîşandayin jî wek fîlmên 'Sîwas', 'Ez ne ew im' û fîlma Nûrî Bîlge, 'Uzak (Dûr)' têne nîşandan. Fîlmên ku tê nîşandayin tevlî pêşbirgê nabin.
'Fenomena Sînemaya Kurdî'
Fîlmên derhênerê Kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye, Behmen Qubadî jî fîlma ku li Bulgarîstanê ya derbarê Kurdan de kişandiye û fîlma 'Stranên Welata Dayika Min' dî mîhrîcanê de dê were nîşandayin. Her wiha fîlmeke Îtalyayî ku derhênerek Kurd kişandiye jî dê were nîşandan û gelek fîlmên din yên Kurdî bi sernavê 'Fenomena Sînemaya Kurdî' wê were nîşandan.
Mîhrîcana Fîlmên a Moskovayê heta roja 26'ê Puşberê wê berdewam bike.
(ch)