Ewlehiya bajarên Rojava ji Asayîşa Jinê tê pirsîn

09:30

Rûken Dêrik/Sosun Xanê/JINHA

GIRIKÊ LEGÊ - Di nava xebatên giştî de xebatên Asayîşa Jinê jî her diçe berfireh dibe û dibe hêviya jinên herêmê. Endamên asayîşê diyar kirin ku ew bi her awayî ji bo parastina bajar û taybetî jî parastina jinan her diçe xebatên xwe berfireh dikin.

Di nava xebatên xweseriya Kantonên Rojava de yek ji karên herî sereke yê parastin û asayîşê ye. Ji derveyî asayîşa giştî, Asayîşa Jinê jî heye. Jin di nava asayîşê de bi helwsta xwe dibin hêviya jinên bajêr. Endamên Asayişa Jinê Reşa Sofî û Medya Ahemed ya bajarê Girkê Legê ya Kantona Cizîrê li ser giringiya asayişê di bajar de û şêwazê xebatên xwe de axivîn. Li kêleka asayişa giştî ya bajar, Asayişa Jinê jî bi awayeke xweser di hindirê bajêr de, ji bo parastina jin û lêkolîn kirina pirsgirêkên civakî tev digere. Li gorî debaş kirina xebatan di hindirê asayişê de, her beşek bi erkên xwe yên weke ewlekarî, lêpirsîn û lêkolînkirina pirsgirêkê û perwerdê dixebitin. Endama Beşa Lêpirsînê Reşa Sofî û Endama Dîwana Jinê ya Asayişê û Berpirsiyariya Ewlekariyê Medya Ahmed ser giringiya karên xwe yê hindirê asayişê de nirxandin kirin.

'Jinên Ereb jî hêviya rizgarbûyinê li vir dibînin'

Reşa Sofî got ku ew di beşên xwe de li gorî serlêdan û giliyên jinan dest bi lêpirsînê dikin û wiha berdewam kir: "Pirsgirêk û şikayetên ku têne gel me di destpêkê de em guhdar dikin û ji bo tesbîta pirsgirêkan lêkolîn dikin, pişt re jî hewaleyê cihê lêpirsînê dikin. Pirsgirêkên herî zêde ku têne gel me pevçûnin û jinên ku di malê giştî de kar kirine û hatina bi karanîn in. Bi taybet jî piranî jinên Ereb in yê ku ji cihên wek Reqa, Dêrezor û hin bajarên Ereban yê din hatine li vir bi cîh bûne, bi pirsgirêkên bi vî rengî re gelekî rû bi rû mane. Jinên Ereb jî hêviya rizgarbûyinê vir dibînin"

Reşa got ku piştî pêvajoya lêpirsînê bi dawî dibe û digihêje encamê, jinên ku di nava lêpirsînê de bin wan demekî li gel xwe digrin û bi wan re eleqeder dibin. Bi armanca perwerde kirinê, bi wan re nîqaş têne meşandin û ji wan re rojnameyan, pirtûkên zanistî û civakî tînin.

'Civak jî êdî bi rêzdarî nêzîkî asayişa jinê dibe'

Endama Dîwan a Jinê Medya Ahmed jî li ser beşê xebatê xwe yê di hindirê asayişê de wiha axivî: "Erka me ew e ku em di hindirê bajêr de ewlekariya civakî têxin bin garantiyê. Ji lewma heya ji dest me tê di hindirê bajar de em bi hişyarî tev digerin. Her roj dewriye derdikevin û di her hefteyê de jî em perwerde dibînin. Jinên ku tên li gel me ser lêdan dikin jî, ji bo parastina wan em tev digerin".

Medya diyar kir ku di destpêka tevlîbûna wan ya karê asayişê civak û bi taybet mêr ji vê yekê re baş nêzîk nedibûn û wiha dom kir: "Wan bi fikra ku jin dikare gelê xwe û xwe biparêze bawer ne dikirin. Lê bi demê re û bi pêşveçûyîna şoreşa rojava re û tevlîbûyîna jinê di hemû qadan de ev nerîna wan hate guhertin. Bi taybet di hindirê asayişê de jî jin gelekî kedê dide, bi hemleyan, bi dewriya ve radibe û fedekartiyeke mezin di zivistanê û havînê de jî dide nîşandan. Lewma civak jî êdî bi rêzdarî nêzîkî asayişê dibe, bi taybetî jî asayişa jinê re."

(zt/ch)