Berxwedêrên Kobanê li Cizîrê bi kelecan tên pêşwazî kirin

10:55

JINHA

ROJAVA - Şervanên YPJ/YPG'ê yên ji Kobanê vegeriyan Cizîrê ji aliyê gel ve bi kelecan hatin pêşwazî kirin. Li her bajarên ku şervan geriyan rastî eleqeyek pir mezin hatin. Şervanên YPJ/YPG'ê dema ku Şehîdgeha Şehîd Saruhan ziyaret kirin gotin: "Tola hemû hevalên me yên ser vê axê xwîna xwe rijandine hat hildan."

Şervanên YPJ/YPG'ê yên ku berî niha bi mehan di berxwedana li hember çeteyên DAÎŞ'ê de cîh girtine piştî azadiya Girê Spî vegeriyan Kantona Cizîrê. Ji bo pêşwazîkirina şervanan di saetên zu de welatî herikîn kolanan. Li her başarên ku şervan lê geriyan ji alî welatiyan rastî eleqeyek pir mezin hatin. Li gorî kevneşopiya Kurdan ya berê welatiyan şekir û birinc avêtin ser serê şervanan.Welatiyên ku li ser rêyan li benda hatina şervanan bûn dirûşmên wek "Bijî YPG-YPJ" berz dikirin.

'Pêngava me bi serketî bi dawî bû'

Dawiya gerê de qonvoya wesayîtan li ser Şehîdgeha Şehîd Saruhan ya Qamişloyê rawestiya. Li ser Şehîdgehê welatiyan şervanên YPJ/YPG'ê bi tilîlî û çepikan pêşwazî kirin. Di dema hevdîtina gel û şervanan de kêliyên hestiyar hatin jiyandin. Di pêşwaziya şervanan de jinên ji her temenî, nûnerên saziyan û partiyan jî cîh girtin. Piştre Fermandarê eniya şer Şervan Sason axaftinek kir. Şervan di serî de hevalên xwe yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: "Bi soza ku me dayî gelê Kobanê, me Kobanê azad kir. Pêngava Şehîd Rubar Qamişlo bi serkeftî encam bû û hemû cîhan jî ji vê re şahidî kir."

'Tola hemû şehîdan hate hildan'

Şervan bi lêv kir ku soza wan dayî gel yek bi yek anîn cîh û wiha berdewam kir: "Di Pêngava Şehîd Rubar Qamişlo de tola hemû hevalên şehîd hat hilanîn. Di kesayeta Şehîd Rubar de em hemû şehîdan bi bîr tînin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Ev serkeftin di serî de li Rêber Apo û li gelê me pîroz be." Şervan di dawa axaftina xwe de wek fermandarê eniya Qamişloyê hemû şervanên di merasîmê de amadebûyî pîroz kir.

(zt/ch)