Di êrîşa çeteyan a Kobanê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
12:16
JINHA
NAVENDA NUÇEYAN - Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûne. Li gor agahiyan şer û pevçûn hê didomin.
Li gorî agahiyên ANHA'yê ragîhandine di êrîşa çeteyan a ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn û êrîş pêk anîbûn heta niha zêdeyî 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, piraniya wan jin û zarok 35 kes jî birîndar bûne.
Li gor kesên ku şahidiya bûyerê kirine hate destnîşan kirin ku çeteyan hemû kesên rastî wan dihatin gulebaran dikirin, mirin û birîndar jî piranî di encama vê gulebarankirinê de pêk hatiye.
Li gor agahiyan opersyonên ku hêzên YPG/YPJ'ê û hêzên Asayîşê dest pê kiribûn li deverên bajêr didomin û di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyan de şer berdewam dike.
(ch)