Hêzên YPG/YPJ'ê çete dorpêç kirin, 11 çete hatin kuştin
12:29
JINHA
NAVENDA NUÇEYAN- Çeteyên DAIŞ'ê ku îro serê sibehê bi maşîneyên bombebarkirî êrîşî Kobanê kirin û sivîl hedef girtin, ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin dorpêçkirin. Hêzên YPG/YPJ'ê dan zanîn ku di bersivdayina êrîşan de 11 çete hatiye kuştin.
Li gor agahiyên ji ANHA'yê hate girtin li herêmê çeteyên DAIŞ'ê piştî ku maşîneyên bombebarkirî teqandin, ketin Dibistana Senewiya Benîn.
Hêzên YPG/YPJ'ê û Hêzên Asayîşê ku li hemberî çeteyan di nava bajêr de operasyon dabûn destpêkirin, çeteyan di dibistanê de dorpêç kirin. Di encama operasyona li dora dibistanê hatibû dest pê kirin 6 çete hatiye kuştin. Her wiha di pevçûna ku nêzî deriyê sinor ya li Qada Azadî berdewam dikir de jî 5 çete hatine kuştin.
Operasyona ku hêzên YPG/YPJ'ê û Hêzên Asayîşê dest pê kirine bi awayekî berfireh berdewam dike.
(ch)